Di teqîna li Amedê de 5 kes mirin

Li bejahiya Pasûr a Amedê teqînek pêk hat. Hat zanîn ku di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bejahiya taxa Şawişa ya navçeya Pasûr a Amedê di dema derbasbûna wesayîtekê de teqînek pêk hat. Hat zanîn ku di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneyên Amedê. Nehat zanîn bê ka cenaze yên kê ne.

Têkildarî cureyê teqemeniyê jî agahî nehate wergirtin. AMED

Dikarî Biecibînî