Hêzên paramîlîter li Qamişlo êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir

Hêzên paramîlîter ên Dîfa El Wetenî ku girêdayî rejîma Sûriyeyê ne, êrîşî noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê kir û li qadê niha şer didome

Provakasyonên hêzên rejîmê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî agahiyan, endamên koma paramîlîter a Dîfa El Wetenî ji bo ku li herêma Meqasim a Taxa Helko ya Qamişlo ku di navbera wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ye serwer bibin, êrîşî noqteyên hêzên ewlekariyê kirin.

Çavkaniyên ji herêmê destnîşan kirin ku li ser êrîşa hêzên paramîlîter, Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bersiv dan û li herêmê pevçûn derket. Hat zanîn ku şerê li vê qadê hê jî didome. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî