Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin

Polîsan li taxa Xaçort a Rêya Armûşê ya Wanê bi ser gelek malan de girt û 14 welatî binçav kirin

Polîsên dewleta tirk îro li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di danê sibehê de bi ser gelek malên de girt.

Hat zanîn ku di dema serdegirtina malan de polîsan deriyên malan şikandin, malên welatiyan serûbin kirin û 14 kes jî binçav kirin.

Li gorî agahiyan, dewleta tirk çalakiyên ji bo şermezarkirina şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek a bi rêya postaxaneyê weke hinceta binçavkirinan nîşan daye. WAN

Dikarî Biecibînî