‘Divê şandeyeke tenduristiyê ya serbixwe biçe Îmraliyê’

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku li dijî Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye û hevdîtina bi telefonê vê bêhiqûqiyê ji holê ranake. Gunay got ku divê Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û şandeyeke tenduristiyê ya serbixwe biçe giravê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 21 salan, yekemîn car di 28’ê nîsanê de bi malbata xwe re li ser telefonê axivî. Ocalan di hevdîtinê de banga yekitiya neteweyî li hemû hêzên kurd kiribû. Têkildarî mijarê berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay ku bi salan parêzertiya Ocalan kiriye, ji MA’yê bi Ozgur Paksoy re axivî.

Gunay diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di tecrîdkirina Ocalan de bi israr e û wiha got: “Guhertinek nîne. Piştî hevdîtina di 5’ê nîsana 2015’an de, hemû hevdîtinên bi malbat û parêzeran re di rewşên awarte de hatin kirin. Hikûmeta AKP’ê naxwaze dengê Îmraliyê bê bihîstin û têkiliya Îmraliyê bi civakê re hebe. Hikûmet naxwaze projeyên çareserî û demokrasiyê pêş bikevin. Ji ber vê jî di polîtîkaya tecrîd û şer de israr dike. Roj bi roj vê polîtîkayê kûrtir dike. Birêz Ocalan bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire re ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, bawerî û muxalifan projeyeke çareseriyê nîşan dide. Ango ev tecrîd bandorê li Tirkiye û temamiya Rojhilata Navîn dike.”

‘Ocalan di bin gefeke mezin de ye’

Bi domdarî jî Gunay bal kişand ser şewba koronayê û ev tişt anî ziman: “Girtîgeh qadeke mezin a xetereyê ne. Ji ber ku nikarin amûrên paqijiyê peyda bikin û xwe ji vîrûsê biparêzin. Li ser girtîgehan metirsiyeke mezin heye. Bi taybet jî ji bo girtiyên nexweş, extiyar û yên di koma rîskê de xetereyeke mezin heye. Temenê birêz Ocalan jî 70 sal derbas kiriye û di warê bêhnkişandinê de pirsgirêkên wî hene. Li gorî zanistê jî vîrûs ji bo van kesan gefeke mezin e. Em nizanin bê ka li Îmraliyê ji bo vîrûsê çi tevdîr hatine girtin û hikûmet agahiyan nade. Divê şandeyeke tenduristiyê ya serbixwe biçe Îmraliyê, lêkolînan bike û tevdîrên bijîşkî yên li wir di cih de bişopîne.”

Banga Ocalan a ji bo yekitiyê

Ebrû Gunay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê hevdîtina bi telefonê di şert û mercên awarte de pêk hat. Mixabin li Îmraliyê mafên herî hiqûqî jî tenê di şertên awarte de pêk tên. Ev hevdîtin li edliyeyê pêk hat. Ev jî nîşan dide ku hiqûqeke taybet heye û ev jî hiqûqa dijminatiyê ye. Ev jî rêbazekê tecrîdê ye. Ango sepanekî derhiqûqî heye. Hevdîtina bi telefonê girîng e lê ji fikarên gel re nabe bersiv. Divê malbat û parêzer hevdîtinê bikin. Li hêla din birêz Ocalan ji bo yekitî û aştiyê bang kir. Ev bang ne banga cara ewil e. Di tu hevdîtinan de birêz Ocalan ji sekna xwe tawîz nedaye. Her tim banga yekitiya kurdan dike. Ya ku dê kurdan bihêz bike yekitiya neteweyî ye. Ji ber vê jî birêz Ocalan balê dikişîne ser vê mijarê.” AMED

Dikarî Biecibînî