Ocalan: Mafê PDK’ê nîne ku pêşeroja kurdan radestî Tirkiyeyê bike

Parlamenter Omer Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja destpêkê ve ji bo yekitiya kurdan bangên girîng dike û her tim xwestiye ku kurd pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Ocalan helwesta PDK’ê ya li Zînî Wertê jî rexne kir û got; ‘Mafê PDK’ê nîne ku pêşeroja kurdan radestî Tirkiyeyê bike.’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 21 salan, yekemcar di 27’ê nîsana îsal de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Axaftina Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re, 20-25 deqeyan dom kir. Di hevdîtinê de Ocalan peyamên girîng dan û banga yekitî û rêyên diyalogê li hêzên kurd kir. Têkildarî mijarê parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ji ANF’ê bi Denîz Îke re axivî.

Ocalan ji ewil bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Ev 21 sal in tecrîd didome. Carna giran dibe û carna jî bi bûyerên rojevê re sist dibe. Nêzîkatiyeke derhiqûqî li dijî birêz Ocalan heye. Dewlet bi awayekî siyasî tevdigere û li gorî demê jî tecrîdê kûr dike. Hevdîtinên di 2019’an de li ser têkoşîna gel pêk hatin. Piştî 21 salan jî birêz Ocalan mafê xwe yê telefonê bi kar anî. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Ev 21 sal in mafên birêz Ocalan tên xespkirin. Ev nêzikatî nayê qebûlkirin.”

Peyama Ocalan a ji bo yekitiyê

Di berdewamê de jî Ocalan bal kişand ser banga Ocalan a ji bo yekitiyê û wiha domand: “Ji destpêka têkoşîna gelê kurd heta niha birêz Ocalan ji bo yekitiyê dixebite û bangên girîng dike. Ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ji serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û serokê wê demê yê YNK’ê Celal Talabanî re name şand û bal kişand ser ruhê yekitiyê. Birêz Ocalan di nameya xwe de gotibû; ‘Ev polîtîkayên kurdan bi kurdan didin şerkirin û kuştin e. Tu qezenca kurdan di vê de nîne. Tu feydeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî nîne. Divê ne PDK, ne YNK û ne jî tu partî û tevgerên kurdan nekevin nava hesabê. Fikra, em şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me, ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 sal in diviyabû yekitiya Kurdan hebûya. Mirovên li wê derê dijîn kurd in. Ger xwîn birije, dê kes nekaribe ji bin vê yekê derkeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo hikûmeta herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, malbata Talabanî, şexsiyet û hemû kesên li Başûr in. Pêdiviya kurdan bi şer û rijandina xwînê nîne. Pêdiviya kurdan bi yekitiyê heye. Pêdiviya kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji te re ye nîne. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye.’ Li gorî min peyama herî mezin jî ev e.”

Rageşiya li Zînî Wertê

Bi domdarî jî Ocalan ev tişt anî ziman: “Li ser banga birêz Ocalan xebat hatin kirin. Lê belê bi destên hêzên navdewletî û navxweyî hatin astengkirin. Birêz Ocalan bi rêya telefonê anî ziman ku Di sala 1982’yan de li gel Idrîs Barzanî wan protokol îmza kiriye ku di nava hêzên kurdan de şer rû nede. Ji bo ku şerê birakujî û rageşî di nava kurdan de dernekeve, 38 sal berê xebat dabûn meşandin. Got ku hewce ye ku li gorî demê ev bê nû kirin. Weke em jî dişopînin tevgerên PDK’ê yên li Zînî Wertê zirarê dide yekitiya kurdan. Birêz Ocalan li ser yekitiyê jî dibêje; ‘Divê kurd li gel hev rûnin û pirsgirêkên heyî di nav xwe de çareser bikin. Eger li Kurdistanê û Rojhilata Navîn kurd bibin yek û yekitiya xwe ava bikin dikarin statuya xwe jî pêş bixin û dikarin destkeftiyên xwe biparêzin.’ Li herêma Zînî Wertê ne tenê hêzên kurd, hezên din jî di nava planên cuda de ne. Eger hêzeke kurd di sedsala 21’an de bibe sedema şerê birakujiyê, dê tu kes nekare hesabê ve yekê bide. Di nava raya giştî ya kurdan de ji bo yekitiyê hewldaneke mezin heye, divê hêzên kurd jî li gorî vê hewldanê tevbigerin. Divê hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDK guh bide raya giştî û li gorî ruhê demê tevbigere. Tu kurd ji rageşiya Zînî Wertê sûd nagirin û zirarê dide gelên Kurdistanê.”

‘Mafê PDK’ê nîne pêşeroja kurdan radestî Tirkiyeyê bike’

Herî dawî jî Omer Ocalan ev tişt destnîşan kir: “Li çar aliyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê hene. Dema Başûr xwest serxwebûna xwe ragihîne, Tirkiyeyê bi welatên din re hemû derî girtin û êrîşî kurdan kirin. Bi hevkariya Tirkiye û Iraqê bajarê qedîm Kerkûk ji destê kurdan girtin. Divê kurd dest ji hevdu berdin û deskeftiyên xwe biparêzin. Dema ku mirov li Başûr dinêre dibîne ku li her deverê wargehên leşkerî û wargehên MÎT’a tirk hene. Ev hêz dixwazin pêşeroja Kurdistanê tarî bikin. Eger mirov birdozî û daxwaza Tirkiye bizane divê destpêkê mirov pêşiya vê yekê bigire. Dema kurd li pey hesabên biçûk bigere bi rastî jî deskeftiyên kurdan di talûkeyê de ye. Tu carê Komara Tirkiyeyê berjewendiyên kurdan naxwaze. Ne tenê li bakurê Kurdistanê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê di heman hişmendiyê de ye. Komara Tirkiyeyê her demê hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dibîne. Dibe di aliyê aborî û bazirganiyê de hevdîtinê PDK’ê bi Tirkiyeyê re hebe, lê mafê PDK’ê nîne ku pêşeroja kurdan radestî Tirkiyeyê bike. Eger ku ev têkilî di vê çarçoveyê de berdewam bike yê winda bike jî PDK ye.” AMED

Dikarî Biecibînî