Cenazeyên 5 gerîlayan li morga Meletiyê tên sekinandin

Cenazeyên 5 gerîlayên HPG’ê yên li Dêrsim û Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên sekinandin

Cenazeyên 3 gerîlayên HPG’ê yên di 6’ê gulanê de li navçeya Pulur a Dêrsîmê û 3 gerîlayên HPG’yên di 8’ê gulanê de li gundê Albîr ê Semsûrê di şer de jiyana xwe ji dest dane, derbasî Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatin kirin.

Hat zanîn ku ji van gerîlayan yek jê Mûsa Yilmaz e. Malbata Yilmaz di 8’ê gulanê de cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û şevê din li Farqînê defin kirin.

Cenazeyê 5 gerîlayên din jî hêj li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên rawestandin. AMED

Dikarî Biecibînî