‘Her kesê ji xwe re dibêje mirov divê li dijî êrîşên ser goristanan derbikeve’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku gerîla ji bo kurd û Kurdistanê canê xwe feda kiriye û ji bo ku kurd bibin kurd, têkoşîneke mezin daye. Bayik got: “Dewleta tirk tehemûla vê nake û bi êrîşên li dijî goristanan dixwaze tolê ji gerîla hilîne. Malbatên şehîdan, misilman û her kesê ji xwe re dibêje mirov hewceye xwedî li gorên gerîlayan derbikevin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê tev li bernameya Stêrk TV’yê bû. Di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de Bayik êrîşên çalakiyên gerîla, êrîşên li dijî goristanan, şewba koronayê û siyaseta başûrê Kurdistanê nirxand.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Bayik re wiha ye:

Bi biharê re asta çalakiyên gerîlayan zêdetir bû. Di zivistanê de jî çalakiyên gerîlayan nesekinî lê bi biharê re şervanên YPS û HBDH’ê û li çiyayan jî gerîlayan çalakiyên gelekî mezin li dar xistin. HBDH’ê li Enqereyê li dijî Roketsana dewleta tirk çalakiyek li dar xistibû. Hûn van çalakiyan çawa dinirxînin?

Gerîla li dijî qirkirina dewleta tirk têkoşînekê dimeşîne. Ev têkoşîn çil sal in didome. Ev berxwedaneke dîrokî ye. Di dîroka gelê de kurd de tu carî berxwedaneke wisa dûr û dirêj û evqasî guhertin û serkeftin jî çênekiriye. Li Kurdistanê çi çêbûye bi gerîla çêbûye, bi şehîdan çêbûye. Ji ber wê jî gelê me xwedî li gerîla derdikeve. Gerîla li dijî şerê qirêj ê dewleta tirk têdikoşe. Dewleta tirk li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê vî şerê qirêj dike. Dewleta faşîst û qirker a tirk şerekî taybet, psîkolojîk û bêsînor li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê dimeşîne. Ev rastiya vê dewletê ye. Ev dewlet li ser şerê taybet hatiye avakirin. Her dem şerê psîkolojîk û şerê taybet dimeşîne. Her dem ji xwe re dijminan çêdike, tunebe jî çêdike. Heke vî şerî nemeşîne, ev dewlet nikare li ser pêyan bisekine. Gerîla li dijî vî şerî têdikoşe û vî şerî pûç dike. Gerîla nahêle ku ev şer encamekê werbigire û qirkirina li ser kurdan temam bibe, nahêle ku li Tirkiyeyê hêzên demokrasî û azadiyê tasfiye bibin. Ruh dide gelê kurd, dide gelê tirk û dide hêzên demokrasiyê. Ji ber vê jî wesfekî pîroz pêk tîne.

Gerîla her roj derban li wan dide. Roja ku gerîla dest pê kir û heta îro, dewleta faşîst û qirker Tirkiye dibêje ‘Me ew qedand, em ê wan biqedînin, îro sibe diqede.’ Ev şerekî psîkolojîk û taybet e. Bi vê re dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne, pêşiya têkoşînê bigire, qirkirinê bidomîne û Kurdistanê bike welatê tirkan. Li dinyayê gelek dewletên dagirker hene, gelek welat dagir kirine lê tu carî nexwestine welatê wan bikin welatê xwe, gel bi fîzîkî û asîmîlasyonê qir bikin. Lê dewleta tirk vî tiştî dike. Siyaseteke gelekî qirêj dimeşîne. Gerîla, YPS û HBDH li dijî vê siyasetê û li dijî şerê qirêj têkoşîneke pîroz dike. Ez wan pîroz dikim, silav û hurmetên xwe ji wan re dişînim. Ew li dijî dewleta faşîst û qirker a tirk têkoşîneke pir mezin dimeşînin. Yên ku li dijî dagirkerî û faşîzmê be, yên ku ji bo demokrasî û azadiyê têkoşînê bike, bixwaze li Tirkiyeyê demokrasî û azadî bi pêş bikeve, wê vî şerî bike. Heke vî şerî neke, nikare demokrasî û azadiyê bi pêş bixe û qirkirin û faşîzmê pûç bike. Ji ber vê jî ji bo gelê Tirkiyeyê û ji bo Rojhilata Navîn wesfekî dîrokî û pîroz dikin.

Niha tê zanîn li Kurdistan û Tirkiyeyê çandeke berxwedanê çêbûye, gerîlayên HPG, YPS û HBDH vê çandê temsîl dikin. Ev çandeke mezin e. Li Tirkiyeyê Denîz, Mahîr, Îbrahîm tovê wê danîn û Rêber Apo ew berdewam kir. Nehişt ku ew çand bitemire û tasfiye bibe. Ev çand li Kurdistan xurttir û mezintir kir. Gelên Rojhilata Navîn û li dinyayê yên ji bo azadî û demokrasiya sosyalîzmê têdikoşin, ev çand ji xwe re kirin esas. Gerîla dibîne, wî ruhî werdigire û bi wî ruhî ew jî li welatê xwe têkoşînê pêş dixin. Ez careke din gerîla pîroz dikim.

Berê digotin dema gerîlatiyê qediya, dema CHE bihorî. Hûn çawa şîrove dikin?

Wexta ku gerîla derket, di destan de tu derfet tunebû. Hemû bi ked û têkoşîna xwe, bi şehadeta xwe gelek îmkan û derfet ava kir. Him ava kir û him jî ew têkoşîn bi pêş xist. Rêber Apo çi got, ‘Em bi derzî bîrê dikolin.’ Bi vê tarzê ev têkoşîn hate geşkirin. Gerîla dema ji bo welat gavên xwe avêt jî dizanibû ku wê şehîd bikeve. Lê dizanibû ev şehadet wê gelê kurd rake ser pêyan û ji bo wî gelî îmkan û nirxan ava bike. Ji ber vê jî bê dudilî ev têkoşîn da pêş xwe û çil salan jî tecrubeyeke xwe ya mezin çêbû, gelek îmkan jî çêkir. Ji niha û şûnde jî ew ê vê têkoşîn û çandê xurttir bimeşîne. Bêyî gerîla li Kurdistanê tiştek ava nabe. Gerîla her dem ji bo gelê kurd derfetan çêdike û diparêze. Ji niha şûnde jî wê gerîla nirxan biparêze.

Niha li dinyayê û Tirkiyeyê bi tenê rojevekê dikin esasî ew jî vîrusa koronayê ye. We berê jî gotibû ‘AKP ket lê xwe bi vê vîrusê girt.’ Her kes xist malan lê karker dan xebitandin, êrîşên li ser muxalefetê domandin. Bi pêşengiya kurdan muxalefetek hebû û êrîşî vê mûxalefetê hate kirin. Dest danîn ser şaredariyên gel piştre çete û mafyayên xwe ji zindanê derxistin. AKP bi van polîtîkayan dixwaze çi bike û li hemberî wê divê hêzên muxalif çi bikin.

Heke ew vîrûsa koronayê derneketa holê, desthilatdariya AKP û MHP’ê ketibû nav rewşeke zor û zehmet. Nikaribû bimeşe. Ev vîrûs ji bo wan bû firsendek da ku karibin xwe ji wê rewşa zehmet derxînin. Him Erdogan û him jî Bahçelî çi gotin; ‘Em ê vê vîrusê ji xwe re bikin firsendek.’ Ev axaftin li pêş her kesî kirin. Bi rastî wisa jî nêzik dibin. Ev desthilatdarî her dem firsendan ji bo xwe çêdike. Tunebe jî çêdike. Wekî 15’ê Tîrmehê. Ew difikirin ku em çawa dikarin sûdê ji vî tiştî werbigirin û desthilatdariya xwe biparêzin. Bi vî awayî nêzikî vîrûsa koronayê jî bûn. Tu carî ji bo tenduristiya gel nexebitîn. Parastina desthilatdariyê ji xwe re kirin esas. Ji bo parastina desthilatdariya xwe jî hinek tişt kirin. Ji bo kesên xizmeta wan dike, hinek tişt kirin. Lê wisa diyar kirin ku wekî li dijî vîrûsa koronayê dixebitin û xwestin civakê bixapînin. Bi vî awayî jî alîkariyên ji bo hevalbendên wan jî neyê fêmkirin. Bi vê re xwestin careke din bingeha xwe mezintir bikin, ji ber vê jî alîkariyê didin hevalbendên xwe. Yên ku ji bo wan xizmetê nakin, hemû li derve hiştin, tiştek neda wan. Ji xeynî ku tiştek nedan wan fikirîn ew ê wan çawa bê bandor bikin. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê û dinya fêm neke, dest bi xapandinan kirin da ku wê vîrûsê têxin bi xizmeta xwe û desthilatdariya xwe biparêzin. Bi taybetî ji bo gelê kurd û Kurdistanê ne maske şandin û ne jî cîhaz şandin. Wer dan diyarkirin ku dişînin. Mesele derket holê li Amedê jî maskeyên sixte şandine ji bo ku pêşiya vîrûsê neyê girtin û ji bo ku vîrûs belav bibe. Di çapemeniyê de em dibînin waliyê Êlihê dibêje li Êlihê her ku diçe vîrûs zêde dibe. Em ê derketina derve qedexe bikin. Ev jî îspat dike ku ji bo gelê kurd û Kurdistanê pêşiya vîrûsê vedikin. Çima? Ji ber ku li ser gelê kurd siyaseta qirkirinê dimeşînin.

Vêya jî venaşêrin, aşkera dibêjin em ê koka kurdan qir bikin. Siyaseta ku niha li ser vîrûsê dikin dibe beşeke siyaseta qirkirin, xizmeta wê dikin. Em ê çawa kurdan qir bikin, dixwazin ji vîrûsê sûdê bigirin. Kes jî li dijî wan nasekin, kes rexne nekin ku bikarin bêjin vîrûs hebû, di encama vîrûsê de ev mirin pêk hat. Çawa ji bo ermenan dibêjin, me di qirkirinê re derbas nekir, me cihê wan guherandin. Di rê de hinek bi nexweşiyê mirin, hinekan bi me re şer kirin mirin, bi wê rêbazê qetlîamê wisa dixwazin veşêrin. Li ser kurdan jî qirkirinê ku di meşînin dixwazin bi vîrûsa koronayê veşêrin. Ji bo wê dikin. Divê gelê me vê baş fem bike. Lazima gelê me hêviya xwe bi vê dewletê neîne, bi vê desthilatdariya AKP/MHP’ê neîne. Tiştê ku ew dewlet, ew desthilate bide gelê kurd nîne. Tiştê ku bide hêzên demokrasî azadiyê nîne. Tiştê ku bide elewî û ezidî, jin, ciwanan nîne. Divê ev bê dîtin. Ji bo wê jî xwe muhtacî vê dewletê, desthilatê nekin. Li xwe xwedî derkevin. Ji bo wê derfetên xwe bidin hevdu. Parvekirinên di nava hev de pêş bixin. Derket ku dewlet, desthilatdariya AKP/MHP’ê xizmeta wan nake, heta ji bo wan mirinê tîne. Dest danî ser şaredariyan, şaredarî dagir kirin û ji kurdan girtin. Dîsa qanûnek derxist, bo alîgirên xwe. Ji bo çeteyan. Ê kuştin kirin, ên ku destdirêjkar û tecawîzkar bi vê qanûnê derxistin. Yên ku derxistin hemû niha di wezaretên navxweyî de cih digirin.

Ji bo çi?

Li nava cendirmeyan cih dikirin. Ji bo şerê taybet cih dikin. Ji bo qirkirinê bi cih dikin. Ev hemû wê berê wan bidin ser kurdan, hêzên demokrasî û azadiyê. Em bi baldarî lê binêrin, piştî ku destdanîn ser şaredariyan, bi vê qanûnê derxistin û şûnde êrîşên xwe zêdetir kirin. Êrîşî ser goristanan dikin, êrîşî şaredarî, muxalefetê dikin. Yanî dixwazin her kesî bêdeng bikin. Kes li dijî wan dernekevin. Kî/ê li dijî wan derkevin, dibêjin ev xayînin, lazim e nemînin. Cenazeyê Îbrahîm Gokçek birin cihê ku defin bikin, yên MHP’ê li ber ragihandinê digotin; ‘Hûn veşêrin jî em ê derxînin û bişewitînin.’ Ji xwe berê jî kirine. Li Akdenîzê, Antalya wan deran gerîla dan seyan, li Cizîr, Silopiya û li gelek bajaran wextê ku gel li xwe xwedî derdiket, tekoşîn dikir. Bi sedan mirov kuştin, cenazeyên wan bi hefteyan li erdê bûn, seyan dixwarin. Dewletekî wiha ye, desthilatekî wiha heye. Yanî desthilatiya AKP/MHP’ê ji bo ku qatil derxistin faşîst derxistin, ê ku tecawîzkar derxistin, wan hemû rêxistin dikin berê wan bidin kurdan û hêzên demokrasî û aştiyê, ji bo wê êrîş wê zêde bibin. Li dijî wê jî her kes divê bi zanebûn tevbigere, rêxistina xwe û tekoşîna xwe xurt bike. Ji bo wê tifaqên xwe xurt bikin. Ne tenê wek bêjin; em li dijî vê ne, em qebûl nakin. Em mehkûm bikin, wisa daxuyanî bidin. Ew tiştekî çareser nake. Pêşiya êrîşan nagire. Divê her kesek hêzên xwe, bide hev, xwe rêxistin bike. Tiştên xwe yên hevpar esas bigirin, li ser wan yekitiya xwe ava bikin. Li dijî vê faşîzma dagirkeriyê bisekinin, tekoşînê bike. Eger tekoşîn bike, ew desthilate pir lewaz e, zeîf e; hatiye ber rûxandinê. Hinek lazim e temam bike. Yanî ya ku li kurdan, hêzên demokrasî tê xwestin ev e. Êdî wextê daxuyaniyan derbas bûye, wexta tekoşînê ye. Tekoşîn mezinkirinê ye.

Faşîzma AKP/MHP’ê we jî anî ziman, qirkirina derxist astekî jortir. Rastî mirov mirovahî pîrozahiyekî dide goristanan, miriyan. Dijmin dema yek yekê dikujî dijminahî diqede, exlaqekî mirovahiyê heye. Îstisnahiyê vê di dîrok de Moxilin, niha DAIŞ û AKP/MHP’ê ye, li hemberî vê ferasetê di kesayetiya Dayika Halîse û Hakîfe de berxwedanekî rûmetê tê kirin. Dayika Hakîfe ji bo carekî din gora keça wê neşkîne, niha li nobedê de ye. Li gorî we di serî de malbatên girtî û şehîdan bi giştî gelê kurd li hemberî vê dikarin çi bikin, peyama we ji bo wan çiye?

Niha, gora Seyîd Riza, Şêx Seîd wana hene yan ne? Kes nizane li ku ye. Ê niha jî êrîşî goristanan dikin. Dixwazin goristanan tune bikin. Yanî siyaseta ku berê li dijî kurdan dikirin, niha dikin. Li dijî Şêx Seîd, Seyîd Riza çi siyaset kirin, îro jî wê hê zêde kûrtir û hê aşkera dikin. Tê zanîn di dîrokê de yê ku li dijî dagirker û qirkerên tirk tekoşîn kirine, wextê ku girtin birin ber sêdarê; wan di axaftinên xwe yên dawî de çi gotin; digotin ‘Ewladên me neviyên me, wê vê têkoşînê bidomînin.’ Gerîla, PKK vê pêk tîne. Eger ku dewleta Tirkiye desthilata AKP-MHP’ê êrîşî goristanan dike, texrîb dike. Ji bo wê dike. Yanî tolê wer digire. Dibêjin; ‘Hûn çawa daxwaziyên Şêx Seîd, Seyîd Riza wana pêk tînin. Divê hûn pêk neînin.’ Ji bo wê êrîş dikin. Êrîşî goristanan kirin, êrîşa ne tenê wan şehîdan e, wan malbatan e; di şexsê wan de êrîşî gelê kurd tev dike. Nirxên kurd, nasnameya kurd dike. Dixwazin bi navê kurd û Kurdistanê çi heye ji holê rakin. Siyaseta qirkirinê dimeşînin. Ji ber ku goristan hafizeya gelê kurd, zanabûna gelê kurd e. Ruhê gelê kurd e. Nirxê gelê kurd e. Ji ber ku yên ku kurd ji mirinê rakir ser pêyane. Yên ku kurd kiriye kurd û xweşik kirin e. Dibêjin; ‘We nehişt ku em kurdan tune bikin. We kurd rakirin ser pêyan û xweşik kirin.’ Ji bo wê êrîş dike û tolê distîne.

Ew hemû ji bo kurd Kurdistan, di şexsê kurdan de ji bo mirovahiyê têkoşîn kirin. Tenê canek xwe hebûn ew jî kir. Ji bo wê êrîş dikin. Sedem ew e. Li cîhanê çi desthilatiyê rengê xwe çi dibe bila bibe, êrîşî goristanan nekiriye, goristan texrîb nekiriye. Tek yê vê dikin tirk in. Ev jî rastî û karektera wan diyar dikin. Eleqeyê wan bi mirovahiyê, bi îslamê re nemaye. Vê didin nîşandan. Ji bo wê ne tenê lazim e, malbat şehîdan li goristana xwedî derkevin. Li dijî dagirkeriyê bisekinin. Yên ku ji xwe re dibêje misilman, yên ku dibêjin baweriya min bi ol heye. Olê xwe mezhebê xwe, terîqeta xwe çi dibe bila bibe, divê li dijî siyaseta ku dewleta Tirkiye li ser goristanan dike, bisekine. Yên ku ne sekine, mirov zane çi eleqeya wî/ê bi mirovahiyê, bi nirxê mirovahiyê û bi olan nîne. Bi taybet jî Tirkiye bi piranî îslam e, eleqeya xwe bi îslamiyetê nemaye. Di îslamiyetê de tiştekî wiha nîne. Rêzdariya goristanan girtin heye. Îro em dibînin, nahêlin ku gel cenazeyê xwe bi çanda xwe, rakin. Bi wecîbeyên olî veşêrin. Cenazeyan didizin. Bê malbat, dibin vedişêrin. Nahêlin ku îbadetên xwe pêk bînin. Li goristanê jî rehet nahêlin, vedikin, hestiyên wan dibin, winda dikin. Gorên wan winda dikin. Yanî ji bo ku bi navê kurdan tiştek nemîne. Weke şehîd Şêx Seîd û Seyîd Riza yan. Wê siyasetê dikin. Ji bo wê yê ku dibêje dibêje ez misilman im, taybet divê vê zilmê qebûl neke. Ji ber ku îslamiyet vê qebûl nake. Çawa yê dibêje ez misilmanim vê qebûl dike, li dijî vê nasekine. Lazime bisekine. Ew tenê ne wezîfeya kurdan e. Erka yê dibêje ez mirov im e. Yê ku dibêjin ez kurd im, yê ku dibêje ez demokrat, sosyalîst, misilman, xiristiyan im; ev erka her kesî ye.

Êrîşkirina li ser goristanan karaktera AKP-MHP’ê nîşan dide. Rastiya wan derxist holê. Bi her kesê da famkirin. Ew çiqasî bêjin, ‘Em tirk in, Misiliman in’ jî tu eleqeya wan bi misilmaniyê re nîne. Vê yekê bi navê îslamiyetê, bi navê misilmaniyê bi navê gelê Tirkiyeyê dike. Li vir ez dipirsim, gelê Tirkiyeyê tirk ên ku dibêjin em misilmanin vê qebûl dikin an ne? Wê vê qebûl bikin an ne? Divê vê pirsê ji xwe bikin û bersiv bidin. A rast ew e. Niha hinek dayikên me, ji bo ku goristanên wan neyên xirakirin, diçin nobedê digirin. Dîsa dewleta dagirker ji malbatan re dibêjin lazime hûn kêlên gorên xwe rakirin, nivîsan hûn jê bibin. Mimkune hinek malbat bêjin; bê ku ew bikin, em xwe bikin. Em vê zilmê nejînin. Ev şaş e. Lazime kes raneke. Her kesek jî li goristanan xwedî derkevin. Rê nedin ku bên texrîbkirin. Mimkûne tam tankên wan heye, teyare, helîkopterên wan hene. Dikarin belkî xira bikin. Bila xirabe bikin. Ew tu carî wan nirxan biçûk nakin. Hê mezintir dike. Lazim e gelê me jî ew malbat jî vê baş bizanin. Hestên xwe mezin bikin. Ew bibe sedemê hêrsê. Ku bû sedema hêrsê, têkoşîn mezin dibe, ew nikarin bikin. Eger hêrs nebe, tek tek kes li dijî derkeve, ew ji wir cesaretê digirin. Ji bo wê divê gelê me li dijî wê bi hemû derfetên xwe bisekine. Bizane ku di kesayeta goristanan de dixwaze wî gelî tune bike. Çawa gelê me wê vê qebûl bike. Ji vê xirabtir tiştekî din nabe. Wan şehîdan bo wî gelî canê xwe dan. Ew gelê deyndarê wan şehîdan e, lazime wan biparêze. Ew erka wan e. Eger gelek li nirx û şehîdên xwe dernekeve, ew gel wê tune bibe. Gelê me divê vê baş fam bike ku bikare, erka xwe jî ji bo şehîdan pêk bîne. Bi vê boneyê, ew dayikên ku li ser goristanan nobedê digirin, dîsa dayikên me yên aştiyê, dayikên laçikspî tekoşîn kirin, silav dikim, wan pîroz dikim. Diçim destê wan. Wan erka pîroz pêk aniye. Erkekî neteweyî, mirovî pêk aniye. Di dîrokê de jî cih girtine. Ew şeref û keramaeta gelê kurd in. Bi vê serbilindiyê dikarin bimeşin. Dikarin meşa xwe hê xurtir bikin.

Faşîzma AKP/MHP’ê anî ziman, lepik, maske û dîsa amûrên tenduristiyê neşandin Kurdistanê, nadin zindanan jî. Lê di aliyekî de weke nakokiyek trajî-komîk tam mirov nikare bi nav bike. Amerîka jî di nav de ji çend dewletan re amûrên tenduristiyê şandin. Sedema vê çibû?

Niha dewleta ku ewqas, gelê xwe dixapîne, pê dilîze; êrîşî hemû nirxê wî dike, hele hele dixwaze koka kurdan qir bike. Divê mirov qebûl neke. Bi taybet banga min ji bo gelê kurd ew e. Gelê kurd bi dewletekî wer û dîsa bi desthilatekî mîna AKP-MHP’ê re nejî. Guhertina vê dewlet û desthilatê ji bo xwe divê esas bigire. Eger vê esas wernegire, wê dewletê vê desthilatê bo gelê kurd tenê mirinê îfade dike. Derveyî vê tu tiştekî din îfade nake. Niha vîrûs heye, bi gotin dibêje, dewleta kurdan û desthilata kurdanim jî, lê ji bo kurdan mirinê pêş dixe. Ji bo vîrûsê ne maskeyek û ne jî cîhazeke tenduristiyê dide kurdan. Heta pêşiya vîrûsê vedike ku kurd bimirin. Vê dike. Li gel vê jî, dibêje ez maske, amûrên paqijiyê dişînim dewletên derve. Propagandaya vê dike. Bi vê dixwaze, rûyê xwe yê reş, spî bike. Ji ber ku dewleta Tirkiye, îmajek nemaye derve. Îmajeke reş heye li derve. Kes bawer nake. Gotibûn vîrûs ji bo me firsende divê sûdê ji vê bigirin. Wê dike. Yanî çawa wê îmaja xwe ji derve biçek baş bike. Bi vî awayî dixwazin bikin. Ev dewleta bi gotin, hinek maske, hinek amûrên tenduristiyê şandî, rastiya vê desthilatiyê baş dizane. Ew nikarin van dewleta bixapînin. Dixwazin alîkariya bikin. Eleqeya xwe baş bike, bi vî rengî. Yek jî tişta ku li ser kurdan, li ser hêzên demokrasî û azadiyê, li ser rewşenbîr, hunermend, nivîskar û muxalefetê dikin, kes nezane. Deng neke. Li ser bigire, veşêr e. Ji bo vê dike. Aliyekî vê dike, gelê kurd li Tirkiyeyê heta gelê Tirkiyeyê pêwîstiya wan bi maskeyan heye, nadin wan. Heta bi pere nadin. Li aliyekkî din dibêje li derve alîkarî dikim. Bi temamî xapandine. Li gel vê yek jî çi propagandayê dikin. Binêrin li Tirkiyeyê vîrûs pir belav bûye lê mirin pir kêm e, pêşî hatiye girtin. Li Amerîka, Ewropa vîrûs pir belav bûye. Mirin pir heye. Propagandaya ‘Ez bi ser ketime’ dike. Yanî bi vê dixwaze gelê Tirkiyeyê bi xapîne. Bikare carekî din alîkariyê ji wan wergire û desthilatdariya xwe biparêze. Yek jî ji bo vê dike. Eger ku dibêje ez alîkariyê dişînim, ji bo vê dişîne. Sedem ew e.

Ji çeteyên Roj bigire heta yên weke El Qaîde û El Nusrayê ku xwedî heman hişmendiyê ne,  Tirkiyeyê bi hezaran çete şandin Lîbyayê û dane şerkirin. Dîmenên çend çeteyên Roj û El Nusrayê derketin. Li Lîbyayê şerekî vekirî û veşartî tê kirin. Hûn van pêşketinan çawa dinirxînin?

Dinya tev dizane ku DAIŞ rehet dihate Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê dima, bi alîkariya Tirkiyeyê derbasî Sûriye û Iraqê dibû. Eger li Iraq û Sûriyeyê biçin Tirkiye û Lîbyayê, vê jî dizanin. Her kes vê dizane. Min got, ev dewlet berjewendiyên xwe esas digirin. Ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe digirin. Tirkiye, ji nakokiyên van dewletan sûdê digire. Tirkiye hem çeteyan tîne û hem jî wan dişîne Sûriye û Iraqê. Hem jî li van deran derbasî Tirkiyeyê dike û dişîne Lîbya û Yemenê. Mimkûne bişînin hinek cihên din jî. Heta ku AKP-MHP li ser desthilatê be, ji bo cîhanê rehetî nîne. Ew ji bo mirovahiyê belayekî mezin çêdikin. Tiştê ku DAIŞ dike, Tirkiye jî dike. Heman hişmendî ye, hişmendiya wan a cuda nîne. Çawa ku DAIŞ talanê dike, kuştinê dike, serî jê dike, civakê texrîb dike, çand û olan texrîb dike û nirxan tune dike, Tirkiye û desthilata AKP-MHP’ê jî heman tiştî dike. Dikeve ku wir talan dike. Dikeve ku li wir girtin û kuştinê bike. Dikeve ku lazim e her kes xizmeta wan bike, yên neke jî jiyanê ji bo wan heram bike.

Di 15’ê tîrmehê de serê leşkerên xwe weke DAIŞ’iyan jê kirin. Yanî rêbazên AKP-MHP dike, DAIŞ dike. DAIŞ ev rêbaz ji AKP-MHP’ê hîn bûye. Rastî ew e. Wextê ku kurd li sînor bûn, Tirkiyeyê di got; ‘Ez qebûl nakim’ û çû dagir kir. Lê dema ku çeteyên DAIŞ’ê li ser sînor bûn dengê xwe nedikir, her kes bi wê yekê dizane. Çawa ku wê yekê dizanin û dengê xwe dernaxin. Gelek dewletan li hemberî DAIŞ’ê nerazîbûnên xwe didan diyarkirin. Dewleta Tirkiye û AKP-MHP’ê heman hişmendî, rêbaz û kiryaran pêk tîne lê ew dewletane dengê xwe dernaxin. Ev çi siyaset e? Siyasetekî bêexlaq e. Ji bo berjewendiyên xwe hemû tiştan dixin bin lingan û xwe jî wek hêzên demokratîk nîşan didin. Pêwîste ku gelê me bi taybetî wê yekê baş bibîne. Ji ber ku AKP-MHP’ê wehşeta mezin a DAIŞ’ê li dijî gelê me pêşxist û pêş dixe. Niha jî siyaseta ku dewleta tirk dimeşîne gemar, qirêj û bêexlaq e. Siyaseta ku li dijî wê nesekine û alîkariyê dide wê jî siyaseteke bêexlaq e û hevdu temam dikin. Xwe wisa nîşan didin ku li dijî DAIŞ’ê ne. Lê ev yek xapandine. Divê tu kes xwe bi wan axaftinan nexapîne. Li wir dixwazim ji bo gelê ereb, jin, ciwan, nivîskar, hunermend, rewşenbîran û saziyên sivîl bangewazî bikim. Temaşe bikin dewletê Tirkiyeyê ciwanên ereb hem dixe nava bazarê hem jî nava şer û di her du aliyan de bikartîne. Di bin navê ereb û îslamiyetê de ciwanên ereb dixe nava şer. Bi wê yekê re jî zirarê dide îslamiyet û gelê ereb. Pêwîste gelê ereb wê qebûl neke. Rojhilata Navîn bi giranî ereb û misilman in. Çete di bin navê îslamiyet û erebîtiyê de wê zilm û wehşetê li her cihî pêş dixin. Navê îslamiyet û ereban xirab dikin. Zirara ku Tirkiye, AKP-MHP dide îslamiyet û ereban tu kesê nedaye. Dibe ku bi navê DAIŞ, El Nusra û çeteyên Roj bin lê li pişt wan ê ku wan perwerde dike, çek û derfetan dide wan û dişîne her derê û li ser wan bazar, şantaj û gefan dike û şeran pêş dixe, Erdogan û Bahçelî ne. Ji ber wê divê gelê ereb, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, ciwan û jinên ereb li dijî wê bisekînin û bêjin ku Tirkiye navê îslamiyet û ereban li cîhanê xirab dike. Li cîhanê li hemberî îslamiyet û ereban nakokî û nerazîbûnê pêş dixe û em wê qebûl nakin. Kes nikare di bin navê îslamiyet û ereban de vê yekê bike. Ji bo wê jî pêwîste bi xwe li xwe xwedî derbikeve. Ji bo gelê ereb ya rast ev e.

Beriya niha jî we ji bo ambargo û dorpêça TC û PDK’ê ya li ser wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nirxandin kiribûn. Gelê wargehê ji ber wê ambargoyê gelek zehmetî kêşandin, zarokên xwe wenda kirin û nexweşên wê wefat kirin. Di vê serdema vîrûsa koronayê de jî ew ambargo bi israr didome. Mînak di asta cîhanê de dewletên dijmin di rewşên wisa de alîkarî dane hevdu, lê dîsa jî nahêlin ku amûrên tenduristiyê û derman bi hêsanî biçin Mexmûrê. Hûn sedema wê dijminahiya bi israr a li hemberî Mexmûrê çawa şîrove dikin?

Tiştên we gotin rastin. Îro li cîhanê dewletên ku hevdu hez nakin û heta di navbera wan de nakokî hebin jî, li dijî vîrûsa koronayê alîkariya hevdu dikin. Ê Mexmûr kurd e, ji bo kurdan xizmet kiriye, şehîd dane û nirx avakirine. Di avakirina nirxan de rol û kedekî wan heye. Çawa dibe ku PDK li dijî Mexmûrê ambargo û dorpêçê didomîne hem jî di demekê ku metirsiya vîrûsê heye. Yanî tu sedemekî wê nîne. Yanî PDK nikare wê yekê ji kurdan û mirovatiyê re îzah bike. Ew yek tu carê nakeve xizmeta PDK û kurdan jî. Siyaseta ku PDK li dijî Mexmûrê dimeşîne, şermekî mezin e. Wan ji bo kurdan şer kirine, ez bi xwe jî şerm dikim ku PDK çawa dikare wê ambargo û dorpêçê di demekê vîrûsê de li dijî Mexmûrê didomîne. Ez nikarim wateyekî bidim wê yekê. Tirkiye dijminê kurdan e, dixwaze kurdan ji holê rake; ji ber ku gelê me yê Mexmûrê jî xizmetê kurdîtiyê kiriye lewma dixwaze wê kampê belav û vala bike û ji holê rake da ku têkiliya gelê Mexmûrê bi kurdîtiyê û nirxan re nemîne. Dixwaze wisa ji wê wargehê tola xwe bistîne. Çawa ku şehîdan xizmeta gelê kurd kiriye, ji bo kurdan tekoşîn kirine, canê xwe dane, nirx avakirine; tolê jê dihilîne, ji Mexmûrê jî tolê dihilîne. Ji ber ku Mexmûrê jî ji bo kurdîtiyê gund û milkên xwe terikandin, di têkoşînê de cih girtin û şehîd dan. Hê jî li kurdîtiyê û nirxan xwedî derdikeve û serê xwe natewîne. Lewma Tirkiye dixwaze belav bike. Berjewendiya Tirkiyeyê wê dixwaze lê çima PDK wê zemînê ji bo Tirkiyeyê dide jiyankirin. Ew siyaset xizmeta kê dike? Xizmetê dewleta Tirkiyeyê dike. Ji ber ku Tirkiye dixwaze wê belav bike. Ambargo û dorpêç jî xizmetê wê dike. Wate bi navê kurdîtiyê, mirovatiyê, netewiyeta kurd û dewletê ev siyaset nameşe. Ango nabe. Ji ber wê banga min ji bo PDK’ê ew e ku êdî pêwîste wê şermê li ser xwe û kurdan rake. Ji ber ku dinya jî wê yekê dibîne. Dinya jî wê dipirsê û dibêje ‘PDK çawa li dijî Mexmûrê wê siyasetê dimeşîne?’ Di vir de ji kurdan dikevin gumanê. Ji ber ku kurd li dijî kurd nikare wê siyasetê bimeşîne. Dagirker dikarin; ji ber wê nikarin wate bidinê. Ev yek ji bo PDK’ê jî ne başe. Vîrûsa koronayê jî çêbû û ew jî firsendeke ku dikare ji wê firsendê sûdê bibîne û xwe ji wê şermê xilas bike. Niha li Ewropa, hemû beşan, banga gelê me, hunermendên kurd li hemû cihan, nivîskaran, siyasetmedaran, her wiha dostên kurdan yên wek li Danîmarkayê hene û dibêjin bila di navbera kurdan de nakokî nemîne û yekitiya xwe ava bikin. Wateya wê çiye; wateya vê ew e ku divê PDK wê siyasetê li ser Mexmûrê nemeşîne, rake û bi dawî bike. Ew aloziyên ku li Zînî Wertê tê jiyankirin, wan bi dawî bike. Bila wisa dewam neke. Bila gel di nava gumanan de nehêle. Me di nava gumanan de nehêlin. Di serî de ji bo me, ew bang ji bo hemû kesî bangên di cih de ne. PDK vê siyasetê dimeşîne lewma ew bang di serî de ji bo wê ne. Eger PDK wê siyasetê bidomîne dê zirarê bibîne. Ji ber ku her kes li dijî wê siyasetê ye. Edî gel ne gelê berê ye. Gelekê kurd pêş ketiye. Tiştên ku xizmetê ji gelê kurd re neke, qebûl nake. Li dijî wê disekine û dê bisekîne jî. Ji bo wê ez dibêjim ku pêwîste PDK dawî li siyaseta xwe ya li ser Zînî Wertê û Mexmûrê bîne.

Di navê wê de Kurdistan û demokrasî heye. Gelo armanca PDK’ê çi ye? Bi çi armancê wê siyasetê dimeşîne?

Min beriya niha jî got ku em nikarin wate bidin wê siyasetê. Dostên kurdan jî nikarin wateyekê bidinê. Ji ber ku xizmetê ji gelê kurd re nake. Tiştê ku xizmetê ji kurdan re neke, dê xizmetê ji kesên dibêjin ez ji bo Kurdistanê têdikoşim re jî neke. Wê çaxê ev xizmetê ji kê re dike? Pêwîste PDK wê bipirse û bersiva wê jî baş bide. Ya ji PDK’ê tê xwestin jî ev e. Ji bo wê jî hewceye yên ku dibêjin divê siyaseta PDK’ê ya li Zînî Wertê û Mexmûrê bi dawî bibe, çalakiyên xwe zêde xurt bikin, sist nekin û zextê bikin da ku ew pirsgirêk rojek beriya rojekê çareser bibin û pêwîstiya kurdan a bi yekitiyê pêk bê. Ji ber ku berjewendiyên kurdan vê ferz dike.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî