Li Wanê operasyona qirkirina siyasî: 43 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Qelqelî ya Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de 43 kes hatin binçavkirin

Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li navenda navçeya Qelqelî ya Wanê û taxên wê, operasyona qirkirina pêk anî. Di encama operasyonên qirkirina siyasî de 43 kes hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku di nava kesên hatin binçavkirin de hevserokê HDP’ê yê navçeyê Burhan Atmaca û siyasetmedarên kurd jî hene. WAN

Dikarî Biecibînî