Birîna nekewandî: Komkujiya Hewlêrê

Komkujiya Hewlêrê ya ku ji hêla PDK’ê ve li dijî gerîlayên birîndar hatiye kirin, di dîroka gelê kurd de weke şermezariyeke herî mezin cih girt. Bi ser komkujiyê re 23 sal derbas bûn û hê jî hikûmeta Başûr, cenazeyên gerîlayên ku qetil kiribûn radestî malbatên wan nekiriye

Di komkujiya Hewlêrê de, ya 16’ê gulana 1997’an de ku li Hewlêrê pêk hat, zêdetirî 80 gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi awayeke dermirovî û derexlaqî hatin qetilkirin. Îro 23 sal bi ser vê komkujiyê re derbas bûne lê hê jî nehatiye jibîrkirin.

Statûya başûrê Kurdistanê hêviyeke mezin da parçeyên din ên Kurdistanê. Piştî Komara Kurdistanê cara yekem bû ku kurd dibûn xwedî statû û xwe bi rêve dibirin. Parçeyên din ên Kurdistanê jî çavê wan li vê bû ku statû bibe zemînê komkirina mala kurdan û ji bo wan bibe piştevanek a têkoşîna li dijî dagirkeriyê.

Şerê navxweyî

Bi şerê navxweyî ziyaneke mezin giha destkeftiyên gelê kurd. Encama şer wiha kir ku hêzên ku hene li dijî hev her tiştî bikin, heta ku hêzên Iraqê û Tirkiye û Îranê anîn û li dijî hev bi kar anîn.

Hêzên derve ev nakokî ji bo berjewendiyên xwe bi kar di anîn. Aliyên kurdistanî ji bo pêkanîna planên xwe bi kar di anîn. Kurd bi destê kurdan qetil dikirin. Tirkiye her tim ji vê sûd girtiye û bikar aniye.

Dewleta tirk a dagirker ji sala 1983’yan ve êrîşî herêmên başûrê Kurdistanê dike û hewl dide bi îdiaya ‘Şerê li dijî PKK’ê’, herêmê dagir bike, xeyala sînorên Mîsakî Millî pêk bîne. Yek ji êrîşên dagirkerina Başûr a herî berfireh jî di 14’ê gulana 1997’an de bi tevlêbûna zêdetirî 200 hezar leşker, cerdevan pêk hat. Dewleta tirk ku navê, ‘Operasyona çakûç’ li van êrîşan kir, îdia kir ku armanca êrîşên wan tesfiyekirina biryargeha navendî ya PKK’ê ya li Zap’ê ye.

Li ser daxwaza PDK’ê dewleta tirk êrîşê dide destpêkirin

Li hemberî êrîşan gerîlayên PKK’ê berxwedaneke mezin nîşan didin û derbên giran li artêşa tirk dixin. Di encamê de hejmareke zêde leşker û cerdevan tên kuştin. Li gorî gelek nûçeyên ku xwe dispêrin agahiyên artêşa tirk a dagirker a wê demê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye ku li dijî hebûna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê êrîşekê bide destpêkirin. Dema êrîş dest pê kirin, pêşmergeyan jî di êrîşê de cih girtiye.

Êrîşa li dijî gerîlayên birîndar

Di 16’ê gulana 1997’an de, ango 2 roj piştî destpêkirina êrîşan, li bajarê Hewlêrê, di nexweşxaneyekê de ku birîndarên PKK’ê lê diman, komkujiyek pêk hat. Di êrîşan de ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve pêk hatin , 80 birîndarên PKK’ê û welatparêz şehîd bûn.

Hêzên PDK’ê bi awayeke hemwext hem êrîşî nexweşxaneyê kirin û hem jî êrîşî Navenda Giştî ya Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekitiya Jinên Azad a Kurdistanê (YAJK), êrîşî rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran ev sazî gulebaran kirin. Di êrîşan de, ku li ser van saziyan çêbû gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Operasyona binçavkirin û girtinê ya piştî êrîşê dan destpêkirin, bi mehan berdewam kir.

80 gerîlayên birîndar hatin qetilkirin

Îro 23 sal bi ser komkujiya Hewlêrê re derbas dibe. Komkujiya Hewlêrê di 16’ê gulana 1997’an de ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hate kirin. Di encamê de nêzî 80 gerîlayên PKK’ê yên birîndar ku di nexweşxaneya Hewlêrê de di razan û xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetil kirin.

Hêzên PDK’ê bi leşkerên tirk ên di bin navê Hêzên Aştiyê de ku li herêmê li ser kar bûn, êrîş kirin li ser gelek saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de bû, bi dehan kesên bêparastin qetil kirin. Tevî ku 23 sal li ser vê Komkujiya Hewlêrê re derbas bûye, hîn jî cenazeyê kesên şehîd bûne radestî malbatên wan nehatiye kirin. Heta cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî nayê zanîn.

Cenaze nedan malbatan

Piştî komkujiyê, PDK’ê cenazeyên gerîla û karmendên nexweşxaneyê radestî malbatên wan nekir. Tê gotin cenazeyê hinek ji kesên hatin qetil kirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatine veşartin. Li gorî nûçeyek a hejmara 56’an a rojnameya Çetir ya sala 2011’an hatiye weşandin, cenazeyê beşek ji şehîdên komkujiyê li ciheke li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê hatine veşartin ku bi Mehmel Qîr tê naskirin.

Xizmên kesên di komkujiya Hewlêrê de hatine windakirin û şehîdkirin û komeleya Hêvî ya ji bo piştgiriya qurbaniyên şer, ji bo dîtina cenazeyê şehîdan ev çend sale daxwaznameyek radestî Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Komeleyên Mafên Mirovan û Parlamentoya Iraqê kirine. Lê hîn tiştek nehatiye kirin.

Ev komkujî bû sedema nerazîbûnan. Her çiqas rewşa siyasî ya wê demê ji bo nerazîbûna nedestdayî bû jî lê li Silêmaniyeyê gel rabû ser pêyan û ev komkujî şermezar kir.

Serlêdanên malbatan

Piştî 2000’an û şûn ve ji bo aşkerakirina aqûbata qurbaniyan hewldan zêde bûn. Xizmên şehîdan ji bo ronîkirina cenazeyê zarokên xwe ketin nava hewldanan. Di sala 2010’an de jî Komeleya Piştevaniya Şer hate avakirin û bi kûrî kar li ser kir.

Di sala 2011’an de Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi karkirina li ser vê dosyayê kir. Daxwaznameyek pêşkêşî wezareta navxweyî kir. Tê de daxwaza ronîkirina aqûbata kesên winda bûne kir.

Di sala 2012’an de Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê îtiraf kir ku ji komkujiyê tu kes nehatine rizgarkirin û hemû hatine qetilkirin. Lê, cihê gorên wan aşkera nekir û çawa hatine kuştin û kê komkujî pêk aniye nehate diyarkirin.

Wezareta hundirîn dabû diyarkirin ku amadeye kesên di komkujiya Hewlêrê de şehîd bûne, weke şehîd nas bikin, lê heta niha ev soza xwe ji pêk neaniye.

Çavkanî: ANF

Dikarî Biecibînî