Dengê kolanan ên nayê bihîstin…!

Dema ku hay ji xwe nebû û dimeşiyam, bi xeyalan ve kûr bûbûm; ji nişkave dengek hate min. Bi wî dengî ji nişkave weke ku yek aveke sar û cemidî li ser min wer bike, mirov çawa bê ser hişê xwe, ez jî wisa ji nişka ve hatim ser hişê xwe û mûyên laşê min weke tîrên ji kevan derkevin rabibûn esmanan.

Min carekî dît ku ketime kolaneke teng û ji ber tarîtî û gulopa stûnên dîrekê nîv ronî û nîv tarî bû. Min kes li dorî xwe nedît. Hê hişê min li ser wî dengî ye. Di carekê de deng qût bû û ez bi  çavên matmayî li derdorî û vî serî wî serê kolanê dinêrim. Ji xeynî kolaneke teng û nivîsên li ser dîwar û sembolan tiştek li ber çavê min neket.

Li ser dîwar nivîsên ‘Şoreşgerên herî mezin dayik tîne dinê’, ‘Bijî Berxwedan’, ‘Bijî Serhildan’, ‘Apo’, ‘Tu bêje azadî, em ê şer bikin’ … û çend sembolên azadiyê hebûn. Hê jî ez difikirim ku ez li kû me, çawa ketime vê kolanê; dikim nakim ji nav vê girê korikê derneketim. Lê diyar bû ku gelek tişt li vê kolanê qewimîne. Her ku dem çû min xwest ku li tiştên dorî xwe baş çav lê bigerînim û bizanim li kû me. Dîsa ji nişka ve heman deng hate min. Dengê ‘tu çi kesî?’ tirs ji xwe hinavê min girtiye, nizanim xwediyê malên li ser kolanê ne, nizanim insin an cins in, Dîsa dizin, polîs in!?

Carekî min bera jor nêrî tenê çûkek min dît. Hezar salî ku bê hişê mirov çûk daxivin, kesê wê bawer neke. Lê ji derveyî wê çûkê tu tişt li derdor nebû ku nîşanên mirovan li ser. Min nizanî bê ka çima ji kolanê jî dernediket. Ew kolan bala min kişand. Wisa bû ku serpêhatiya wê kolanê bizanim. Baş bû, çûka li ser stûna dîrekê nîvî li ber ronahî û nîvî di tarîtiyê de wê ev serpêhatî ji bo min vegota.

Dema ku dîtibû piştî çend dengan ez bi pir mereq li derdor mêze dikim, zanîbû ku wê ti ziyan ji min peyda nebe, ji bo wê çend dengên dîtir li min kirin. Paşê ez fêr bûm ku ew taktîkeke wê çûkê ye ku kesên ziyan bidin bi wê rêbazê ji vê kolanê derdikevin û baz didin.

Berî çûk serpêhatiya vê kolanê ji bo min bêje, şopên li ser dîwaran û rewşa wê kêm jî be weke wêneyek ji bo we xêz bikim. Kolanek ne zêde dirêj û ne jî pir fireh bû. Diyar bû gelek dengên azadiyê lê hatiye qêrîn û kes li vê kolanê can jî dan e. Hema bêje vî alî wî alî heta derketin ji kolanê hemû dirûşim û dîsa nivîsên cuda cuda hatibû xemilandin. Bi dehan dirûşim li ser hev bi rengên cuda cuda li ser hebûn. Dîsa ya balkêş dema mirov hinek nêzî dîwar dibûn, şopên guleyan pir baş dixuyan. Dîsa bi boyaxa kes, sor, zer li çend cihan ala Kurdan a kesk, sor û zer dîsa stêrk li nav hatibûn çêkirin.

Piştî ku çavên min têr bûn jî nêrîna şopên li ser dîwarên rê, vê carê çûkê destpê kir û min guhdar kir. Çûkê anî ziman ku ev kolan kolaneke dîrokî û pir ji şer, berxwedan û serhildanan re şahidî kiriye û ez bi xwe jî bûme şahidê serketin, hezkirin, girtin, êşkence kesên car rûpoş, car bi cilên fermî û car jî bi dizî li vê kolanê ciwan kuştin, qetilkirin, êşkence kirin û binçav kirin..!

Çûkê qala nû hatina xwe kir û got: “Ez ne jî vê taxê me, dema ku mezin bûm û ji hêlînê derketim ji bo warekî û cihekî jiyanê peyda bikim hatim vê taxê û li vê kolanê rawestiyam. Li vir cara ewilê bûm şahidê raperîna ciwanên ku kevir li destan û dîsa nivîsên berxwedanê. Li vir cara ewil gule bera zaroka hatin dayîn min dît û xwest biçim. Lê dema ku min dît, ew ciwan, zarok û jin li kolanê tevî guleyan jî dirûşim qîr dikin. Min nexwest ji vê dûr bikevim. Bi wê yekê ez mam. Lê min nezanî wê her roj ev yek be.”

Ez jî bi hemû baldariya xwe didim ser û dixwazim her gotinê di hişê xwe de bigirim. Dîsa çûkê qala bîranîna ciwanek ku ji polîs û rûpoşan direviya ya li vê kolanê kir û got: “Dîsa li esmanên taxê difiriyan dengê qêrîn û dirûşman hat, min zanî ew kolan e. Ez pir bi bas firiyam û dadam ser serê kolanê û min lê nêrî. Ciwanê ku baz dida, bejin zirav, bilind rû gewrîn û por reş bû. Kefiyek li ser stûwa dema dibeziya ji rûyê wî ketibû û wisa dixuya. Bi spreya boyaxa sor li ser dîwar nivîs dinivîsî ‘Hûn bi me nikarin’ û ‘Ciwan fedayê Apo’ ne lez nivîsî û dirûşim  qîr dikir. Hê ew tam dema çûnê dikir, polîs gihan serê taxê û bera wî baz dan. Polîsan bi dengê bilind ‘teslîm bibe’ nereve, bang dikir. Lê ew ciwan baz dida ku xwe xilas bike, lê ne zanî bû ku serê din ê taxê hevalên wî bi komployekê hatine girtin nikarin bi hewara wî bên. Polîs dema dizanin ku wê xilas bibe gule bera wî didin û ew birîndar dikin. Tên li ser wî ciwanî bi erdê re kaş dikin. Lê didin û lê didin. Her çendî xwîn jî birîna wî diçin dibin ber dijûn û heqaretê lê dikin. Piştî ku ciwan ser hişê xwe diçin, weke torbeyek mirov dû xwe bikişîne, li pey xwe dikişînin û davêjin wesayîtê dibin.”

Ji ber  xwe ve min di hişê xwe de digot ‘înşalah ew ciwan nemiribe!’ Tam di wan kêliyan de çûkê dîsa destpê kir û pêde çû: “Piştî hefteyekê dema ez li nêzî qereqola taxê difiriyam min li nêzî qerqolê dada û çavê min bi wî ciwanî ket. Çi wî ciwanî bibînim, tê bê qey goşt ji hestî kişandine. Bûye îskele komek hestî. Min pirda ku nêzî qereqolê bibim baş bibînim, lê dîwarên qereqolê hemû bi têlên tûj û dîsa sîmkirî bûn. Ji bilindahiyê ez bêhnek li ser hewşa qereqolê geriyam û ji bo baş bizanim ka çi bi wî hatiye kirin. Ser û rûyê wî ji şûna jop û daran reş û şîn bûne. Ji êşkenceyê ti hal pê nehiştine. Ew ciwan ji hemû bedewiya wî biribûn. Berê wê rojê jî min ew ciwan dîtibû. Li taxê pir dihat û diçû. Ji bo wê min ew tam naskiribû. Mixabin xistibûn halekî wisa ku hew dikarî mirov nas dike.”

Demekê wisa bêdeng li halê xwe fikirîm û dîsa li derdor meyzand. Kolan wisa li min giran dihat. Weke ku barek ketî ser milê min, nefes li min di tengijiya. Li wî bajarî û wê taxê û kolanê dîrokek hebû lê kesê hay jê tinebû. Xudê zane bê ka çend bûyer û çîrokên cuda li vir qewimîne û kesê şahidî jêre nekirî, tenê van kuçe û stûn, çûk û dîwarên sar û cemidî…

Min li halê xwe dinêrî û şerm ji halê xwe dikir. Li welatekî wilo bindest ku bi hezaran tax û kolanên berxwedanê çend ciwan, jin û zarok ji bo azadiyê di bin postalên çete, kontra û nemerdan de hatin qetilkirin. Dilê min ev ranedikir. Dilerizî û dest û çokên min ditevizî. Min dixwest rabim û vê kolanê li pey xwe bihêlim û biçim ber bê dawîtiyê. Min dixwest hilkişim jor û neferetê li dijmin bibarînim. Min dixwest bibim baran, lêhî beled û birûsk di mala nemerdan de bêm xwar.

Min ew hemû tişt li dû xwe hişt û ketim ser rê. Wê carê min sod xwar û bû ew.. hê jî li ser wê sondê diçim û diçim…

Dikarî Biecibînî