DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku DYA li dijî Îranê amadekariya şerê eskerî dike. Hat îdeakirin ku DYA ji bo şerê ser Îranê planeka ji du qonaxan pêk tê amade kiriye. 

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku DYA baregehên xwe yên eskerî yên li Iraqê komî ser hev dike bi taybetî hêzên Ereb ên Sûnnî yên li Tirkiye û Urdunê perwerde kirine anine baregehên xwe yên Hewlêr, Misul û Anbarê.

Pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn ku pergala Modernîteya Kapîtalîzm pêş dixe, nêzî 30 sal in didome. Herî dawî ji ber şewba (Covîd-19), şer hat rawestandin û pêvajoyek nû pêş ket. Ligel vê şewba vîrusê hêzên serdest ên navneteweyî dixwazin sêyemîn şerê parvekirina Rojhilata Navîn bidomîn in. Hêzên herêmê diyar dikin ku ev encax bi şerekî germ pêkan e. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku navneda şer Iraq hatiye hilbijartin û DYA amadekariyên şerê li dijî Îranê ku ji 2 planan pêk tê dike. Agahiyên ji qadê tên ên wekî ligel şewba vîrûsê DYA baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê komî serhev dike van îdîayan piştrast dike. Bi taybetî hêzên Ereb ên Sûnnî yên hem li Tirkiye û hem jî li Urdunê perwerde dike kişandiye baregehên xwe yên li bajarên Hewlêr, Misûl û Anbarê ye.

Iraqa navenda şer e

DYA, ji bo dewlet û hêzên heremî yên têkiliyên siyasî û aborî yên bi Îranê re hene ji Îranê dûr bixe, gefa cezakirina aborî, eskerî û siyasî li van hêzan dixwar. Piştî kûştina Kasim Suleymanî ji ber pêvajoya şewba vîrûsê şerekî pêkan hatibû rawestanin. Tê gotin ku DYA niha dîsa amadekariyên şerê germ dike. Çavkaniyên ragihandinên înternetê yên muxalifê desthiladaran ên ku navenda wan Bexda ye di weşanên xwe de îdea dikin ku navenda vê şerî Iraq û Başûrê Kurdistanê yên ku ev demek dirêje di nava tevlîheviyê de ne ye. Yên van îdeayan piştrast dikin jî agahiyên ji heremê tên ên wekî DYA ev demeke baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê komî serhev dike ye. Tê diyarkirin ku hêza Erebên Sûnnî yên ji hezar û 500 kesî pêk tên ku perwerdehiya wan li Tirkiyê hatiye kirin kişandine baregeha leşkerî ya DYA ya Hewlerê. Hêza ku ji 3 hezar kesî pêk tê ya li Urdunê perwerde ditîn kişandin Baregeha Leşkerî ya Geyara ya Misûlê, dîsa heza Erebên Sûnnî ya ji 4 hezarî pêk tê li baregeha leşkerî ya DYA ya li Anbarê hatine bi cih kirin. Hat gotin ku ji bilî van dê DYA li Tirkiyê 30 hezar, li Urdunê jî 20 hezar kesî jî perwerde bike.

Plana ji du qonaxan pêk tê 

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku DYA li dijî Îranê plana ji du qonaxan pêk tê amade kiriye. Hat îdeakirin ku qonaxa yekemîn bi ambargoya ser Îranê re ger di hûndir de teqînek civakî çêbibe armanc dike ku dê DYA êrîşekî bombardimana hewayî ya li ser Biryargeha Leşkerî ya Stratejîk ku aîdê Pastarên Îranê ne pêk bîne. Ji bo vê jî DYA  ji bilî komkirina ser hev a baregehên xwe yên li Iraqê ku belav in, di nîsanê de balafirên B-52 û hêzekî ji 2 hezar û 500 leşkerî ya ji tam tecîzatî pêk tê yên aîdê Hêzên Taybet ên DYA yê ne li stargehên taybetên di baregeha Leşkerî ya Hewlêrê de hatine bicihkirin û hazir hatine sekinandin.

Qonaxa duyemîn a plana DYA’yê bi rêxistinên Kurd ên Rojhilatî yên girêdayên PDK’ê û hin aliyên muxalif ên nava Îranê re li dijî rejîma Îranê di mijara şerekî germ a leşkerî de lihevkirin e. Hat diyarkirin ku ger qonaxa duyemîn pêk neyê dê rêxistinên Kurd ên girêdayên PDK û hin pêkateyên muxalif ên di nava welat de wekî qartekî cuda bixe dewreyê. Li gor vê dê di serî de rêxistinên Kurd li dijî Îranê têkoşîna gel a çekdarî bide destpêkirin, dê zemîna ku Îran li ser Rojhilatê Kurdistanê êrîşek giran pêk bîne were amade kirin, dê rê ji gel koçberê Başûrê Kurdistanê bike were vekirin, di vê rewşî de jî DYA wê vekirî bikeve dewreyê, dê destpêkê qada hewayî ya li ser Rojhilatê Kurdistanê asteng bike.

Ji aliyekî ve amedekariyên şerê tê gotin berdewam dike, derbarê ev plan dê kengê bikeve meriyetê de jî tê pêşdîtin ku bi kêmbûna bandora vîrusa Corona ya heyî re piştî hilbijartinên Serokatiya DYA ya ku dê di mehên pêşiya me de pêk were, destpê bike. Hat zanîn ku derbarê van amadekariyên şer ên DYA’yê de agahiya dewleta Îranê heye û ji ber vê yekî jî kesê herî asta jor a rejîma Îranê Ayetullah Hamaneyî di rojên dawî de bi daxuyaniyên wekî DYA jî di nav de dikarin bi her kesî re muzakereyê bikin û bê şert û merc taqasa girtiyan bikin peyama nermbûnê daye. Serokwezîrê nû yê Iraqê Mustafa Kazimî hem ji bo DYA û hem jî Îranê noqteya her du teraf lihev dikin e ye û ji ber vê yekî jî Kazimî bûye wesîle ku Hamaneyî daxuyaniya muzakereyê bide. Dîsa hat nirxandin ku çend roj berê DYA hin hêzên xwe yên li baregehên Siûdî Erebîstan a ku ji bo Îranê wek tehdît dihat hesibandin jî vekişandiye û ev yek jî her du alî beranberê hev peyamên erênî dane. Li ser vê yekî hem pêşketinên dawî û hem jî hilbijartinên Serokatiyê ya DYA yê ku dê mehên pêş de pêk were, ligel van amadekariyan dibe ku ev şerê germ a li dijî Îranê taloqê demek dirêj jî bibe.

Li rojhilata navîn rewşa dawî çi ye? 

Şerê hegemonyayê ya ku bi armanca jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn berdewam dike her hêz ji bo bibe serkeftiyên vê şerî gavan davêjin.Yê bi ser bikeve, dê hem serweriya Rojhilata Navîn a ku navenda bazirganiyek mezin bike hem jî di siyaseta cîhanê de bibe hêza diyarker. Sêyemîn Şerê Cîhanê ku weke navend Rojhilata Navîn hedef girtiye, berê dewletan wek wekîl dimeşand, piştre jî bi awayek fiîlî ketin dewrê û êdî ew bixwe meşandin. Gavên îro tên avêtin wê bibe şerê sedsala pêşiya me. Pergala nû dê çewa bê rûnişkandin hêj nehatiye diyarkirin. Di rewşa heyî de îtîfaqên taqtîkî tên kirin. Li hemû pêşketinên Rojhilata Navîn bi awayek yekpareyî nirxandin pir girîng e. Tenê pêşketinên di yek perçeyî de pêk tên nirxandin dê me bibe encamên kêm.

Sûriye û Rojava 

Li gor rastiya Sûriye û Rojava plansaziyên derbarê heremê de tên kirin nirxandin girîngtir e. Piştî DYA biryara xwe vekişandina ji heremê girt, ji ber xeletiya vê gavî û encamên dixwaze dê dernekeve hole dît bi paşde gav avêt. Yê vê gavî pê da avêtin jî berxwedana Rojava ye. Bi vê re Rûsya jî xwest ji vê rewşî sûd werbigire, êrîşa 9’ê’cotmehê ya Tirkiyeyê wek firsend dît û xwest ya Rojava teslîm bigire. Ev berxwedan hesabên hem ya Rûsya û hem jî ya rejîma Sûriyê jî vala derxist. Herî zêde jî Tirkiye ji ber negihişt encama ku dixwest û ya li bendê bû pir şaş ma. Hêj di roja yekemîn de diyar bû ku ne li benda vê berxwedana mezin û bertekên ewqas di asta cîhanê de mezin be. Lê ji nişka ve xwe bi neçarî ji bo lihevkirinê li ser maseya her du hêzên super ên cîhanê de dît. Ketibû Rojava lê tiştê dixwest nikaribû bigire. Ev ji bo dewleta Tirkiyê kolanek jênederketî bû, xitimî. Ne dikare pêşde here ne jî paşde vekişe. Dixwaze pêşde here lê hêza wê ewqas nîne, paşde jî vekişe dê mezin winda bike. Di vê rewşî de xitimî ye. Herî dawî bandora derbeya giran a di Idlibê de xwarî hewil da li beranberê dayîna tawîzên mezin a di Moskowa de vê rewşî derbas bike. Her çiqas navenda bajarê Idlibê di destê wê de mabe jî lê riyên wekî M-4 û M-5 ku ji bo rejîma Sûriyê pir stratejîk e winda kir. Niha jî dixwaze ji agirbesta ku bi Rûsyayê re kirî sûd werbigire û hêjmarek mezin leşker sewqê Idlibê dike û hewl dide êrîşên nû yên pêk werşin asteng bike. 

DYA bi êrîşa 9’ê cotmehê re dê ji Sûriye derketibûya û Rojava radestê Tirkiyê kiribûya dê hem ji bo xwe gavek serkeftî avêtibûya hem jî hêzekî NATO ya wekî Tirkiyê bicihkirina di wir de wê bi yek kevirekî çend çûkan xistibûya. Lê Kurdan bi berxwedana xwe ya piralî ya hem di Rojava û hem jî di tevahî cîhanê de ev hesab hatin beravajîkirin. Yê di esas de vê şerî winda kir teqez bi DYA re Tirkiye ye. DYA bi hinceta petrolê hêj jî hebûna xwe ya li wir diparêze jî ji bo bi tevahî winda neke hin demek din jî di wir de mayîn ji bo berjewendiyên xwe guncav dibîne û ji bo niha maye. Lê ev rewş dembihorî ye. Di pêş de wê çi bibe nayê zanîn lê dê her kes li gor rastiya qadê hesabên xwe bikin.

Iraq

Şerê heremê û şewba vîrûsê herî zêde bandor li Iraq û Îranê kir. Iraq di pêvajoya dawî de desthiladariya wê ketiye qeyranê. Ne Îran û ne jî DYA nehatine rewşa serkeftiyên vê şerî. Şerê di navbera her duyan û hêzên hûndirê Iraqê de kûrtir dibe. Ev şer bi xwe re rê li pirsgirêkên mezin ên civakî re jî vedike. Iraq hatiye rewşa êdî nayê jiyandin. Welatek wek Iraq jî dê çiqas karibe xwe li ber vê şerî bigire hêjayê nîqaşê ye.

Îran

Îran niha di nava kaosek hundirîn de ye. Gelek rayedarên dewletê ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber DYA ambargo danî ser di qada aborî de ket tengasiyên mezin. Bi şewbê re qeyrana aborî hîn kûrtir bû.

DYA zorê li her kesî dike ku li dijî Îranê hewlestê diyar bikin

Alozî û qeyrana di navbera DYA û Îranê de bandorê li ser hêzên herêmê jî dike. DYA ji bo li dijî Îranê bi ser bikeve dixwaze hêzên herêmê bîne aliyê xwe û zorê li wan dike. Ji hêzên herêmê dixwaze ku têkiliyên xwe ji Îranê qut bikin, yên qut nake jî zextên aborî, siyasî û eskerî li ser wan dimeşe. Ev şerê hegemon dê têkilayan ji nûve bi teşe bike.  DYA armanc dike ku Iraqê bike 3 perçe. Piştî Kurd ji Iraqê qut kirin, dixwaze Sunni û Şîîyan jî perçe bike. Dîsa dixwaze Kurdan jî di nava hevde perçe bike. Ji ber ku Sunnî di pêşeroja xwe de bê biryar in di talûkeyek mezin de ne. Di demên dawî de bi rêya PDK lîstikek tê meşandin. Dixwazin têkiliyên PDK’ê û Tirkiye xurt bikin û li hemberî PKK’ê şer bikin. Bi vê yekê dixwazin soza dewletbûnê bidin KDP’ê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di hevdîtina telefonê ya bi Mehmet Ocalan re, bal kişand ser vê lîstika ku li ser Kurdan tê lîstin û xwest hemû Kurd hêz û partiyên xwe bikin yek û yekîtiya xwe xurt bikin. Êrîşa Zînê Wertê jî nîşan dide ku ev plana Tirkiye û PDK’ê ya hevpar e.

Di vê pêvajoyê de hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê erdnîgarî de hêza ku li qada stratejîk e, Tevgera Azadiya  Kurd e. Ger ku Kurd bibin yek û xeta sêyemîn pêş bixin dê xeta sêyemîn bi ser bikeve. Lê ger ku di nava xwe de perçe bibin dê hêza xwe winda bikin. Ji ber vê yekê DYA naxwaze Tevgera Azadiya Kurd bi ser bikeve û her tim dixwaze wê perçe bike. Ji ber vê yekê sekna Kurdan dê encama şerê pêşerojê diyar bike. SILEMANIYE

Dikarî Biecibînî