Komkujiya Hewlêrê û armancên PDK’ê

Di destpêka gulana 1997’an de dewleta tirk ji bo operasyonên nû bike, zêdetir bingeh ava kir. Li aliyekî hejmara hêzên xwe li herêma Behdînanê zêde kir, li aliyê din jî hewl dida da PDK, weke mertalek ji bo leşkerên xwe bikarbîne. Ji ber vê jî PDK bi awayeke veşartî ev yek erê kiribû. Lê di dîtin de jî sond bi gora Barzanî dixwar ku nabe beşeke ji operasyonan

Beriya niha 23 salan tevgereke dagirkeriyê ya artêşa tirk, bi hevkariya PDK’ê, di nava dilê Hewlêrê û derdora wê de zêdetirî 80’ê kadro, endam, dost û alîgirên Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê ya bi rêberiya PKK’ê, piştî berxwedaneke dijwar di komkujiyê re hatin derbaskirin. Heya niha jî cihê tirbên wan nayê zanîn û hatine windakirin. Destgirtina dîroka şerê navxweyî li Kurdistanê bi giştî bi êşe. Lê ji bîr birin û nenaskirina ew şehîd û mirovên qehreman û dilnizm jî karesateke mezin e. Ji ber wê ya ku di 16’ê gulana 1997’an de hatiye kirin, xiyaneteke neteweyî û ji bo dagirkeran bûye rênîşander da ku bên li ser bajar û gundên başûrê Kurdistanê de bigirin. Her wiha bi vê yekê xwestin derbên mirinê li pêşengên şoreşê bixin.

Ji berê ve gelek caran hatiye aşkerakirin bê ka PDK’ê çima ev komkujî pêk anî. Çima kete pêşiya artêşa dagirker û hat bi destê xwe zarokên xwe yên ku di nava bajareke weke paytexta xwe dibîne de di komkujiyê re derbas bike?  Bi heman awayî salek beriya vê komkujiyê bi hêzên Baasê re hat û hevrikê xwe ji Hewlêrê derxist. Çima bi navê hêzekî kurdistanî ku xwe weke bavê kurdan û weke rêxistineke herî kevn a kurdî dizane, gotina kurdayetî ji ser zimanê wî nakeve, kurd û Kurdistanê difiroşin xelkê?  Ji bo şoreşger û xelkê welatparêzên ser bi fikra PKK’ê ji bo li Hewlêrê bibin hedefa êrîşên PDK’ê yên qirêj, divê çi tawanek kiribin? Ji astengiyek li pêşiya pêkanîna kurdayetiya PDK’ê çêkiribin?

Sê xiyanetên mezin

PDK ji salên 1991’an ve sê xiyanetên mezin kiriye. Ya yekem; bi bûyîna parçeyeke sereke ji bo destpêkirina komplokeyeke navneteweyî ya di payîza 1992’yan de. Wê demê ji artêşa tirk a dagirker re pêşengî kir û ji bo tesfiyekirina PKK’ê hemû hêzên Başûr li dijî PKK’ê sor kirin. A duyemîn; di 31’ê tebaxa 1996’an de artêşa dagirker a Baasê anî Hewlêrê û dagir kir. Bi vî awayî bû nûnerê rejîma Baas ê li Herêma Kurdistanê. Ya sêyemîn, yek ji xiyanetên wê ya mezin jî ew bû ku pêşengî ji tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk re kir ku di 14’ê gulana 1997’an de li herêma Behdînanê dest pê kir û nêzî sê salan ajot. Di Komkujiya Hewlêrê de bi dehan keç û xortên kurd ên şoreşger şehîd bûn, bi sedan jî ketin zindanên PDK’ê û bi sedan malbat ji mal û erdê wan hatin derxistin û koçber kirin. Helbet ji xiyanetên hûrik ên weke civînên Enqereyê yên di sala 1994’an û 1995’an a Dûblînê. Her wiha bûyîna beşek ji komploya 9’ê cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo û paşê jî beşdarbûna li komploya 15’ê sibata 1999’an a li dijî Rêbertiyê.

Hevkariya PDK’ê ya bi dijminan re û komkujiyên li dijî kurdan

Êdî bi zelalî aşkera bûye ku PDK piştî şikestina 1975’an, êdî ti wateyeke xwe li Kurdistanê nemaye. Gelê Kurdistanê bi ti awayî pêwîstiya xwe bi hêzekî nebûye ku şikestibe û bi dilê xwe dest ji şoreşê berdabe. Yên ku ev hêz dubare anîn qada siyasî û çekdarî, hêzên navneteweyî ne ku serkêşiya wan jî DYA û Ingilistan dike. Her wiha dewletên dagirker ên Kurdistanê ne. Ji ber vê eger em li pêvajoya piştî sala 1975’an binêrin, dibînin ku PDK’ê li dijî dagirkeran qet hewl û têkoşînek nedaye. Berovajî vê, her tim bûye amûrekî destê dagirkeran û li dijî kurdên şoreşger û welatparêz şer kiriye. Yek ji nimûneya vê jî ew e ku bi rejîma îslamî ya Îranê re bû yek da ku têkoşîna rojhilatê Kurdistanê ya di sala 1979’an de bitepisîne. Di sala 1978’an de li herêma Colemêrgê (Hekarî) tevgereke kurd a başûrê Kurdistanê di komkujiyê re derbas kir. Her wiha dubare bi hevbeşiya Îranê êrîş kir ser Başûr û bûn sedema enfalkirina 8 hezar Barzaniyan. Heta sala 1988’an li dijî YNK’ê şerê navxweyî meşand. Me li jor jî nîşan da bê ka şerfiroşî û xiyanetên salên 1990’î çawa bûne.

Em ê zêdetir li ser Komkujiya Hewlêrê ya 1997’an bisekinin. Her wiha ew ruhê ku li Kurdistanê radestî xiyanet û xwefiroşiyê nabe û heya dawî li berxwe dide. PDK bûye gopalê destê dagirkeran û ev yek jî tiştekî nû nîne. Yan divê em nebêjin sûcê herdu aliyan hebûye ku ev jî bêwijdanî ye, hem jî dibe xwe dayîna aliyekî ji vê xeta siyasî û çekdarî ya dagirkeran û hêzên modernîteya sermayedarî ya ji bo tepisandin û têkbirina rêxistinên şoreşgerî yên Kurdistanê tên bikaranîn.

Destpêkirina êrîşên dewleta tirk

Di destpêka gulana sala 1997’an de dewleta tirk ji bo ku operasyonên nû bike, zêdetir bingeh ava kir. Li aliyekî hejmara hêzên xwe li herêma Behdînanê zêde kir, li aliyê din jî hewl dida PDK’ê ji bo leşkerên xwe weke mertalekî bi kar bîne. Ji ber vê jî PDK bi awayeke veşartî ev yek erê kiribû. Lê di hevdîtinan de sond bi gora Barzanî dixwar ku nabe beşeke ji operasyonan. Çawa niha li Zînî Wertê dibêjin karê me bi bername û planên Tirkiyeyê nîne ku wisa derneket, wê demê jî heman tişt di got lê dîsa jî li nava dilê Hewlêrê bi xiyanekete mezin komkujiyeke hovane pêk anî.

Kesên hatine qetilkirin ew kes bûn ku li Hewlêr û derdora wê bi kar, xebat û têkoşîna şoreşgerî ve mijûl dibûn. Ev jî ji kadro û endamên rêxistinên Yekitiya Neteweyî Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) bûn. Xebatkar û rojnamevanên rojnameya ‘Welat’ û ‘Weten Şems’, ‘Jiyanî Azad’, kovara ‘Roj’, xebatkar û hunermendên navenda rewşênbîrî ya Mezopotamyayê, xebatkar û endamên Yekitî Jinanî Azadî Kurdistan (YAJK), kadro û endamên ewlekariya nûnertiya fermî ya PKK’ê li başûrê Kurdistanê, her wiha ew kesên ku erka karên gihandina pêwîstiyên lojîstîkê ji bo hêzên gerîla dikir û komeke gerîlayên di şer de birîndar bûn û li Nexweşxaneya Mangî Sûr a Hewlêrê dihatin dermankirin bûn. Rojên paştir jî êrîşî baregeha YNDK’ê ya li qezaya Soran û li ser rêya Akrê û Hewlêrê kir û heft gerîlayên ku karê gihandina lojîstîkê dikirin şehîd xistin. Her wiha di roja duyemîn a êrîşê de jî kesên ku xebatên gel dikirin hedef girt û Salih û Hêlîn qetil kirin. Bi giştî ji 16 heta 18’ê gulanê êrîşî gelek cihan kir. Di encamê de nêzî 80’ê endam, kadro û xebatkarên PKK û Tevgera Apoyî li Hewlêr û derdora wê şehîd xistin. Hinek jî bi birîndarî ketin destê wan û bi awayeke hovane qetil kirin.

PDK çima ev sûc kir?

Gelê Kurdistanê bi giştî û bi taybet jî xelkê başûrê Kurdistanê, PDK û aliyên din ên Başûr nas dikin û dizanin êdî ti wêrekiyeke wan nemaye û tenê li ser pişta wan bar in. Destkeftiyên bi xwîna hezaran ewladên kurd ên dilsoz, bi enfal û kîmyabaranan bidest hatiye. Bi taybet lihevkirina li gel rejîma Baasê û anîna wan a herêma Kurdistanê di 31’ê tebaxa sala 1996’an de, rûyê wê yê xwefiroşiyê nîşan daye. Ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin, çi xirabiyek ji destê wan bihêt, dikin.

Ji bilî PKK’ê, li başûrê Kurdistanê û parçeyên din jî hêzeke neteweyî ya li hemberî PDK’ê bisekine, xwedî plan û projeyên cudatir be. Her wiha rêbertiyeke nû li Kuridstanê pêşketiye ku hemû Kurdistanê digire nava xwe û bi ruheke şoreşgerî, xeteke nû ya şoreşgerî li Kurdistanê pêş xistin.

Komkujiyên bi destê PDK’ê hatine kirin

Piştî raperînê, xelkê Tevgera Apoyî bêhtir nas kir. Heta salên 1996 û 1997’an bi hezaran keç û xort ji Zaxo heya Xaneqînê beşdarî refên Tevgera Apoyî bûn. Heta ji neteweyên ereb, asur û tirkmenan jî ciwan tev li nava refên Tevgera Apoyî bûn. PDK wê metirsiyê dibîne ku êdî fêm kir alternatîfeke din jêre çêdibe. Ji ber vê beriya ku mezin bibe, divê were têkbiriin. PDK bixwe di vê mijarê de pispor e. Ev yek çi li dijî hêzên şoreşger ên rojhilatê Kurdistanê yên weke Silêman Moînî û hevalên wî û çi jî li hemberî Tevgera Şoreşger a Başûr ên weke Elî Esker û hevalên wî yên di Komkujiya Colemêrgê de hatine qetilkirin xuya dibe. Komkujiya Hewlêrê jî yek ji wan rêze komkujiyên PDK’ê bûn. Divê ev jî bêgotin, PDK di sala 1996’an de li gel şehîdkirina eşîretên dostên Rêber ên ji malbata Sûrçiyan û Biradostan, di heman demê de şehîdxistina hevalê pêşeneg Kawa Elî û Dr. Sîrwan.

PDK bi Komkujiya Hewlêrê re wisa hesab dikir ku dê alternatîfa ku jêre çêdibe, ji holê rake. Ji ber PDK bi teslîmbûna Samî Ebdurrehman û ji holê rakirina partiya gel, sosoyalîst û Partiya Sosyalîst a Kurd heya astekî xwe zehf weke tekane di dît.

Hedefgirtina pêşengên tevgerê yên Başûr

Di Komkujiya Hewlêrê de kesayetê pêşeng şehîd Şêx Kameran Hiranî, Aram Şeqlawayî, Kemal Rewandûzî, Xogir Gezenyî, Rûken, Berxwedan, Gelawêz, Azad û Goran Kelarî ku di nav de bûn, hêviyeke mezin ji wan dihate kirin ku pêşengî ji şoreşa Başûr re bikin. Bi taybet kesayeta Şêx Kameran û Xogir û Kemal ku nû ji qada Rêbertiyê vegeriyabûn, di têkoşîna şoreşgerî û welatparêziyê de li Kurdistanê bi ezmûn bûn, xwestin bi şehîdxistina van hevalan bi temamî Hewlêrê dagir bike, rê nede alternatîfeke din a nû ji bo wan çêbibe ku ciwan û şoreşgerên Başûr jêre pêşengiyê bikin.

Kujer û tawanbarên Komkujiya Hewlêrê, PDK û serokatiya wê ne. Lê yên ku ev komkujî rasterast pêk anîn walî Ferenso Herîrî, berpirsê asayîşê Mehîd Xoşnav, berpirsê hêzên çekdarî Cemal Murtke û Necat Elî Fatê ne ku êrîş pêk anîne.

PDK û serokatiya wê dest ji van karên xirap bernedaye. Ji ber dibin desthilata PDK’ê de ji malbata Faxîr Mêrgesorî heya eşîreta Sûrçî, Zêbarî, Biradostî û Lolanî di komkujiyê re hatin derbaskirin. Her wiha kesayetên weke Sadiq Imer, Rênas û Raûf Akreyî û gelek kesayetên rewşenbîr û siyasî hatin qetilkirin.

Hewldanên PKK’ê yên ji bo PDK’ê

Ji bo ku PDK êdî weke amûrekî ji hêla destên dagirkeran ve neyê bikaranîn, ev nêzî sedsaleke PKK’ê gelek hewl da. Xwest ku PDK’ê bîne xeta niştîmanî û êdî nehêle ku li pêşiya pêşveçûna meşa şoreşger a Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê bibe astengî. Di vê mijarê de hewldanên Rêber Apo ya di sala 1982’yan de ya lihevkirina li gel Idrîs Barzanî, çi jî hewldana di sala 2013’an de ya ji bo lidarxistina kongreya netewî ya kurd divê zêdetir bê nirxandin. Ji ber eger hêzek dema wê temam bibe û nekeve nava refa neteweyî, ew hêz dikare bi hêsanî bê bikaranîn û astengî ji gelê Kurdistanê re çêbike û bibe sedema qetilkirina bi hezaran mirovan.

Peyama herî dawî ya Rêber Apo ku di 27’ê nîsanê de bi rêya telefonê li gel birayê xwe Mihemed ragihand, xwedî heman wateyê ye. Di wir de jî hewl dide PDK ji dijmin dûr bixe. Ji ber dewleta tirk a dagirker weke sala 1997’an dixwaze heman tiştî dubare bike. Ji ber vê divê tevahî gelê Kurdistanê bi taybet jî gelê Başûr pêşî li PDK’ê bigire da ku komkujiyeke din a weke 16’ê gulana 1997’an a Hewlêrê dubare neke. Raste gel xwedî ezmûne û asteke hişyariyê heye lê divê bizanin ku dijmin û dagirker jî êrîşên wan di asta ji holê rakirina destkeftiyan de ye.

Bûyera li Zînî Wertê û biryara DYA’yê

Niha bûyera bicihkirina hêzê ya li Zînî Wertê ya ji aliyê PDK’ê ve, dubarekekirina senaryoyên berê ye. Ji ber zêdekirina hêza leşkerî ya li Zînî Wertê, tê wateya piştgirîkirin û pêşengî kirina ji bo êrîşên bejahî yên dewleta tirk ên li ser Qendîlê ne. Ji ber vê ev 5 sale dijmin bi dijwarî Qendîlê bombebaran dike. Bi taybet jî piştî biryara Amerîkayê ya di mijdara 2018’an de li ser pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, êrîşan dijwartir kirin û êrîşên Tirkiyeyê berfirehtir bûn.

Beşeke ji van êrîşên dagirkeriyê li Rojava li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin kirin. Beşeke din jî li herêma Biradostiyan pêk hat. Ji ber vê divê ji hemû liv û tevgerên PDK’ê guman bên kirin. Heta ku hêzên xwe ji Zînî Wertê venekişînin, hewceye hemû beşên civakê, bi taybet jî ragihandin, rewşenbîr, çalakvanên siyasî, demokrat û ciwan nesekinin û erkeke wan a sereke be ku destûrê nedin komujiyekî din a weke 16’ê gulanê. Divê hêzên PDK’ê li Zînî Wertê nehêlin. Ji ber ku PDK ne ew hêze ku bi îradeya xwe bikare biryarê bide. Ji ber vê pêwîste bi awayeke girseyî zext çêbikin heya yek çekdarek li wir nemîne. Divê em bi ew soz û axaftinên wan yên ji bo ragihandinan jî bawer nekin, heya bi çavê xwe nebînin hêz li wir nemane.

Divê hêzên asayîşa YNK’ê jî li pêşiya daxwaz û israra gel a namana hêzên PDK’ê ya li wir, bi cihbûna hêzên dewleta tirk a dagirker a li Karox û Hindirînê astengî çênekin. Ev tê wê wateyê ku YNK herêma Bitwên û Pişder ji dest bide. Her wiha xwedê neke eger PKK li Qendîlê derbe bixwe, wê destpêkê YNK, piştre PDK jî nekarin li Hewlêr û Silêmaniyê desthilata federal û ne navendî birêve bibin.

Çavkanî: Genco Jînda/Rojnews

Dikarî Biecibînî