‘Ji bo yekitiyê divê hêzên kurd berjewendiyên neteweyî esas bigirin’

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir anî ziman ku siyaseta PDK’ê ya li başûrê welat xelete û zirarê dide yekitiya kurdan. Bayindir diyar kir ku divê êdî hêzên kurd ne berjewendiyên partî, hizbî û eşîrtî, berjewendiyên neteweya xwe esas bigirin û yekitiya xwe li ser vê bingehê ava bikin

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî aloziya li Zînî Wertê û yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji ANF’ê bi Denîz Îke re axivî.

Keskîn Bayindir diyar kir ku aloziya li Zînî Wertê bi kêrî dewleta tirk tê û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê ji xwe zêdetirî 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hene. Ev baregeh jî li herêmên di bin kontrola PDK’ê de ne. Qendîl navenda stratejîk a herêmê ye. Tirkiye jî hewl dide vê herêmê kontrol bike. Ji ber vê jî siyaseta PDK’ê xelete. Ev siyaseta ku bi kêrî berjewendiyên gel û yekitiya neteweyî nayê, nabe ku bê qebûlkirin. Ji xwe gel û siyasetmedarên Başûr jî qebûl nakin. Divê her hêzeke kurd xwe ji aloziyên dibin sedema ‘birakujiyê’ vegirin.”

Banga Ocalan a ji bo yekitiyê

Bi domdarî jî Bayindir banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekitiyê bi bîr xist û wiha domand: “Di hevdîtina bi telefonê re bal kişand ser protokola sala 1982’yan a bi PDK’ê re. Ev nêzî 40 sal in bi ser protokolê re derbas bûn. Lê hêj jî hêzên kurd yekitiya xwe ava nekirine. Ji ber neyekbûna xwe, hêzên kurd li herêmê li dijî hev tên bikaranîn. Ji salên 90’î heta  2000’an gelek alozî û bûyerên ku jê re dibêjin ‘birakujî’ qewimîn. Birêz Ocalan di rewşeke wiha ya krîtîk de careke din kete dewrê û ji bo ku bûyerên bi vî rengî neqewimin bang dike. Divê tavilê bersiv ji vê hewldanê re bê dayin.”

‘Divê berjewendiyên neteweyê esas bên girtin’

Di berdewamê de Bayindir qala xebatên ji bo yekitiyê kir û ev tişt anî ziman: “Kombûna hêzên siyasî û tevgerîna wan a li gorî berjewendiyên gel, hewldaneke erênî ye. Gel li her çar parçeyan yekitiyê dixwaze. Divê xebatên heyî hîn bêhtir bên xurtkirin. Li şûna berjewendiyên partî, sazî, kesayet, malbat û eşîran, divê berjewendiyên neteweyî esas bên girtin. Ev gel bi sedan salene bedelên giran dide, bi hestên hevpar tevdigere û nêzî yekitiyê bûye. Divê yekitiya neteweyî bê şert û merc çê bibe.”

Tecrîda li ser Ocalan

Bayindir piştre jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha axivî: “Li ser banga birêz Ocalan re pêvajoya rawestandina şer dest pê kir. Esasên têkoşîna demokratîk ji nû ve diyar bûn. Polîtîkayên derve û hundir ên Tirkiyeyê ji nû ve hatin diyarkirin. Ev ne tenê ji bo Tirkiye û PKK’ê, ji bo dewletên herêmî jî bi heman rengî bû. DYA neçar ma ku polîtîkaya xwe ya Iraq û herêmê biguherîne. Tirkiye li ser bingeha dijminatiya kurdan, polîtîkayeke şer dimeşîne. Ji bo ku bi ser keve jî dixwaze hemû dengên mûxalîf qut bike. Birêz Ocalan jî siyaseteke alternatîf diafirîne û zemîneke demokratîk xurt dike. Lewma bi tecrîdkirina birêz Ocalan re dixwazin tevgera siyasî ya kurd bêsiyaset bihêlin û hegemonyaya xwe bidomînin.”

Herî dawî jî hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir wiha axivî: “Tirkiye dixwaze ne tenê li nava sînorên xwe, li Efrîn, li başûrê Kurdistanê, Îran û Lîbyayê jî serdest be. Girêdayî vê polîtîkayê jî tecrîda li ser birêz Ocalan bêhtir dişidîne. Lê ji bo aştî û aramiya herêmê divê rojek beriya rojekê tecrîd bê rakirin û astengiyên li pêşiya birêz Ocalan bên rakirin da ku bikare siyasetê bike.” AMED

Dikarî Biecibînî