Artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê sivîlek qetil kir

Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê welatiyê bi navê Muslim Ehmed ku di 14’ê gulanê de revandibû, qetil kir. Cenazeyê Ehmed di çemê Cindirêsê de hate dîtin

Kuştin, revandin û îşkenceyên hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de komên çete yên girêdayî dewleta tirk di 14’ê gulanê de welatiyê bi navê Muslim Ehmed ji mala wê revand û qetilkirin.

Çavkaniyên ji navçeya Cindirês a Efrînê da zanîn ku wan cenazeyê welatiyê bi navê Muslim Ehmed ku bi navê Ebû Ferîd tê naskirin, li nêzî çemê Cindirêsê dîtine. EFRÎN

Dikarî Biecibînî