Polîsan li Enqereyê êrîşî HDP’iyan kir û gelek kes binçav kirin

Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn Parlak, civaknas Velî Saçilik û parlamenerê HDP’ê yê berê Nîhat Akdogan jî di nav de gelek kes li Enqereyê bi lêdanê hatin binçavkirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînîsê protesto bikin, çalakiyek li dar xist. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkun Parlak binçav kir.

Di heman demê de polîsan nehişt ku rojnameger vê êrîşê qeyd bikin. Polîsan, endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê û parêzer Alîcan Şahîn avêtin erdê û destên wan paşve kelepçe kirin.

Di êrîşê de civaknas û endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Velî Saçilik, parlamenterê HDP’ê yê berê Nîhat Akdogan, Denîz Akîl, Zeyno Bayramoglu, Mehmet Şerîf û 3 kesên ku navên wan nehatine tespîtkirin jî hatin binçavkirin. ENQERE

Dikarî Biecibînî