Qirkirina siyasî: Gelek siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin

Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa ya Amedê de girt û deriyên komeleyê şikandin. Di heman demê de di encama serdegirtina malan de 13 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî siyasetmedarên kurd bênavber didome. Di vê çarçoveyê de polîsên dewleta tirk di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji Amedê tê birêvebirin, îro saet di 04.00’an de bi ser malên aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinê ya Rosa ya Amedê de girtin.

Polîsan bêyî ku agahiyê bidin bi ser komeleyê de girtin, derî şikandin û ketin hundir. Sedema serdegirtina komeleyê de tu agahî nehatin dayîn. Hat zanîn ku polîsan dest daniye ser hemû ewraq, qeyd û girtekan.

‘Têkoşîna me dê bidome’

Komeleyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahî dan û got: “Tundiya li ser jinan di vê pêvajoyê de zêde bûye. Ji roja ku komeleya me hatiye avakirin heta niha em bênavber dixebitin û têdikoşin. Îro jî li dijî komeleya me bêhiqûqiyeke mezin tê kirin. Em ê van kiryaran tu caran qebûl nekin. Em ê li hemberî pergala desthilatdar ku li dijî têkoşîn û destkeftiyên jinan e, serî netewînin. Banga me ji bo hemû saziyan ew e ku piştgiriyê bidin me. Em bang li hikûmetê dikin ku hevalên me berdin.”

Kesên hatine binçavkirin

Navên kesên di encama serdegirtina malan de hatine binçavkirin wiha ne:

“Endama Avakara Komeleya Jinan a Rosa ya Rihayê Narîn Gezgor, endama Avakara Komeleya Jinan a Rosa ya Amedê Ayla Akat Ata, seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ya HDP’ê Ozlem Gunduz, hevserokên HDP’ê yên navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarên kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tursun û rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn.” AMED

Dikarî Biecibînî