Dayika Aştiyê Hava Kiran a 70 salî hate binçavkirin

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hava Kiran ku 70 salî ye, di encama serdegirtina malan de li Amedê hate binçavkirin

Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li ser daxwaza dozgeriya Amedê bi ser malên gelek siyasetmedarên kurd de girt. Di çarçoveya heman operasyonê de polîsan bi ser mala endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hava Kiran (70) de jî girt û lêgerîn kirin.

Hat zanîn ku piştî lêgerîna li malê, polîsan dayika Hava Kiran binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. AMED

Dikarî Biecibînî