Ev 17 sal in hestiyên her du birayan nadin malbatê

Dayikên Şemiyê di hefteya 791’emîn de aqûbeta Hasan Orhan û Mehmet Selîm Orhan ku birayên hev in û birazayê wan Cezayîr Orhan pirsîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî hestiyên Hasan û Mehmet Selîm Orhan hatibûn dîtin jî, dewletê nedane malbatê û piştre jî ev hestî winda kirine

Dayikên Şemiyê di hefteya 791’emîn de jî çalakiya xwe ya ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, li dar xist. Ji ber rewşa vîrûsa koronayê çalakvanan nekarî li kolanan dengê xwe bilind bikin û ji ber vê jî li ser hesabê xwe ya medyaya civakî çalakî domand.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Orhan û Mehmet Selîm Orhan ku birayên hev bûn û birazayê wan Cezayîr Orhan pirsîn. Her sê welatî di 24’ê gulana sala 1994’an de hatin windakirin. Di sala 2003’yan de jî hestiyên Hasan û Mehmet Selîm Orhan hatin dîtin lê belê yên Cezayîr Orhan nehatin dîtin.

Parêzerên malbata her sê windakiriyan Reyhan Yalçindag bal kişand ser Hefteya Windakiriyan û got ku ev hefte salvegera windakirina her sê xizmên hev e. Yalçindag da zanîn ku wan weke Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dosyaya her sê welatiyan şopandine û di sala 2002’yan de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi hinceta binpêkirina mafên mirovan, dewleta tirk mehkûm kiriye.

Hestiyên windakiriyan jî winda kirin!

Têkildarî mijarê kurê Mehmet Selîm Orhan, Adnan Orhan jî axivî û wiha got: “26 sal berê bavê min, mamê min û pismamê min ji aliyê leşkerên ji Boluyê anîbûn ve hatin windakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Piştî 11 salan li Pasûrê goreke komî yê aîdî 8 kesan derket holê. Me xwest em hestiyên xwe werbigirin û bibin veşêrin da ku goreke me hebe. Lê belê dozgeriya Amed û Pasûrê û Saziya Tipa Edlî ya Amedê gotin hestî winda bûne û destûra me nedane. Hêj goreke me nîne. Lê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Divê pêvajoya edlî dîsa dest pê bike’

Daxuyaniya vê hefteyê jî ji hêla xwarziya Hayrettîn Eren ê di serdema darbeya 12’ê Îlonê de hatibû windakirin, Setenay Yarici ve hate xwendin. Yarici serpêhatiya her sê windakiriyan parve kir û da zanîn ku dê têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê bidomînin. Yarici got ku Mehmet Selîm û Hasan Orhan di heman gora komî de hatine dîtin lê hestiyên wan nedane malbatan. Yarici anî ziman ku pêwîste pêvajoya edlî dîsa were destpêkirin. STENBOL

Dikarî Biecibînî