94 rewşenbîrên Efrînê bang kir: Birînên Efrînê bipêçin

94 rewşenbîrên Efrînê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk li Efrînê demografyaya herêmê diguherîne, polîtîkaya tirkkirinê dimeşîne û sûcên giran ên mirovahiyê dike. Di daxuyaniyê de banga yekitiyê li kurdan hate kirin

Navenda Nûçeyan |

94 rewşenbîrên Efrînê bi sernavê “Efrîn… Qîrîna Zeytûnê” bal kişand ser qirkirina li Efrînê. Rewşenbîrên Efrînê destnîşan kirin ku dermankirina birînên Efrînê barekî dîrokî ye li ser milê hemû kurdan e û bal kişandin ser girîngiya hewldanên yekitiya neteweyî.

Banga hevpar a rewşenbîrên Efrînê wiha ye:

“Dagirkirina Efrînê derbasî sala sêyan bû. Lê hêj bobeleta bi serê deverê hatiye bi dawî nebûye û ji bo vegera şêniyên wê yên resen tiştekî diyar nîne. Hîn bi sedhezaran şêniyên wê yên bi darê zorê hatine koçberkirin li kampên penaberan, li gund û bajarên Şehba, Heleb û deverên Sûriyeyê, di rewşeke şerpeze de ne. Her wiha jiyan li efrîniyên di hundirê bajar de hatiye tengkirin. Bi domandina vê rewşê re hewl didin şêniyên mayî jî ji malên wan derxînin û koçber bikin.

Weke ku tê zanîn hikûmeta Enqereyê komên çete yên ku li Efrînê dabûn şerkirin, bi talankirina bajar re xelat kirin. Wan komên çete jî bi hemû kerb û kîna xwe bajar talan kirin û bi awayekî derveyî hemû zagon û nirxan ev êrîş û talan domandin û didomînin. Ev komên pêxwas ku li wir desthilatdar in, kuştinê belav dikin û pirî caran jî, xwe bi xwe li ser parên dizî û talanê şerê hev dikin.

Hemû rengên binpêkirin û zêdegaviyan tên kirin

Deng û agahiyên ji hundirê bajar tên didin xuyakirin ku ew di mal û gundên xwe de asê mane. Bang li wijdana mirovahiyê ya mayî dikin da ku jiyaneke asayî bijîn. Tişta ku li Efrînê diqewime jenosîde û tunekirina hebûna gelekî ye. Ango hemû rengên binpêkirin û zêdegaviyan tên kirin. Ji kuştinê heta revandin, girtina bi zorê û xwestina fîdyeyê gelek binpêkirin tên kirin. Bi ser re jî tu kes nizane bê ka li baregehên ewlehiyê û li girtîgehên taybet çi diqewime.

Gelek tawanbarî li ser mal, milk, namûs û şêniyan tên kirin. Şêniyên resen ên herêmê êdî nema dikarin bi aramî bijîn û derkevin kolanan. Li hêla din jî komên çete bi awayeke domdar bi ser malan de digirin, welatiyan binçav dikin, malên wan desteser dikin û şêniyan ji malên wan derdixînin.

Li vê herêma dagirkirî êdî kuştin an jî serjêkirina welatiyan bûyereke ji rêzê tê dîtin. Her wiha bûyerên derîşikandina malan a bi darê zorê û dizîn û kuştina xwediyên malê, bûye bûyereke ji rêzê.

Li Efrînê şivanên ji kesên dagirker bi ser xwediyên zeviyan ên şêniyên resen ên Efrînê re diqêrin û dibêjin; ‘Ev zevî milkê me ye… Divê tu jê derkevî.’ Lê dema ku welatî li ber xwe dide jî tê şehîdkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku armancgirtina kal û pîran, xêza berevaniyê ya ji ber dîrok û taybentmendiya Efrînê ye.

Tiştê ku li Efrînê diqewime jenosîdeke çandî ye

Tişta ku li Efrînê diqewime, jenosîdeke çandî ye. Bi awayeke bênavber nasnameya herêmê ya çandî û civakî tê guherandin. Bi rêya zimanê tirkî, gelê herêmê tê tirkkirin. Her wiha bawerî û gerdişên cuda tên çandin. Li hêlekê di materyalên xwendinê de ola îslamê û li hêla din jî hişmendiya rêxistina îxwanî muslimîn li ser gel tê ferzkirin. Di vê çarçoveyê de mezelên olî, goristanên misilmanan û êzdiyan bi tawanên ‘kafirin û bêoltiyê’ tên rûxandin, herifandin û dizîn.

Guhertina demografyaya herêmê

Yek ji projeyên bingehîn ên dewleta tirk a li Efrînê jî guherandina demografyaya herêmê ye. Dixwazin ku bi rêya koçberkirinê re deverê ji şêniyên wê vala bikin. Yek ji nîşaneya destpêkê ya vê hewldanê ew bû ku dema dewleta tirk bajar dagir kirî, li ser hemû dezgeh û avahiyên fermî yên Efrînê ala xwe daliqand. Bi vê yekê re jî dagirkeriya xwe ragihand. Ji wê rojê ve demografyaya herêmê gav bi gav tê guherandin. Ango hejmareke zêde ya kesên biyanî ji derve tînin Efrînê û li malên şêniyên resen ên Efrînê bi cih dikin. Ji welatiyên ku di malên xwe de mane jî tê xwestin ku kîrayên malên xwe bidin çeteyan.

Li hêla din roj bi roj jiyan li gelê Efrînê tê tengkirin, gel tê perîşankirin û polîtîkaya birçîkirinê li dijî wan tê meşandin. Ev plan jî bi rêya sepana bacê, tehsîldariyên ne adilane, desteserkirina mal û milkan, rakirina darên zeytûnan, şewitandin û êzingkirina tewş a ji daristanan re tê kirin. Her wiha ava ji Bendava Meydankê jî ber bi navçeya Reyhanliyê ve tê dizîn.

Dizîna berhemên dîrokî

Hikûmet Enqereyê dema ku li dijî Efrînê biryara şer dayî, tenê amadekariyên şer nekir. Her wiha nexşeyên pêşwext bi gir û deverên şûnwarî jî amadekiribûn. Bi taybet jî ev nexşe ya cihên gewher û terwendeyên dîrokî tê de hebûn bû. Li Efrînê bi awayeke bi rêk û pêk kolandina cihên dîrokî didome. Hemû parçeyên dîrokî yên ku ji van herêman hatine derxistin, ji bo Tirkiyeyê hatine şandin. Bêguman bi vê yekê dixwazin ku nasnameya dîrokî ya Efrînê û çanda wê tune bikin.

Efrîn dozeke piralî ye. Aliyê wê ya herî berbiçav jî aliyê wê yê neteweyî ye. Lewma bi awayeke yekser barekî dîrokî dikeve ser milê kurdan. Bi taybet jî dikeve ser milê partî, hêz û kesayetên kurd ên xwedî bandor. Ji van derdoran tê xwestin ku li hev bikin û mala kurdî bidin hev da ku li hemberî vê plana jenosîda giştî û bipergalî ya li Efrînê tê kirin bibin bersiv. Her wiha da ku bikarin birîna Efrînê ya ku bi salane xwîn jê diherike derman bikin.

Efrîn parçeyek ji dosyeya doza kurdî ye

Em weke kesayetên rewşenbîr û akademîsyen ên ku îmzaya xwe daniye binê vê bangawaziyê, li ser navê xwe û bi hezaran kesên têkiliya wan bi me re heye, li ser navê kesên niha li hundirê Efrînê ne, li kampên Şehba û bajarên din dimînin bang dikin. Em dibêjin ku doza Efrînê dê çarenûsa kurdan jî diyar bike. Doza Efrînê yek ji beşên doza kurdî ya di aloziya Sûriyeyê de ye. Lewma em bi hemû hêz û dengê xwe tev li înîsiyatîfa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji bo yekitiya kurdan hatiye destpêkirin dibin.  Em teqez dikin ku piştgiriya me ya ji bo vê înîsiyatîfê ne tenê bi helwestên mirûzxweşkirin û pîrozkirinê sînordar e, vê yekê jî derbas dike da ku her alî bi erka xwe ya li hemberî civaka kurd rabe.

Barê li ser hemû hêzên kurdî

Di rewşa heyî de ji hemû hêzên kurd ên siyasî, rewşenbîr, şarezayên zanistî û ji xwediyên pênûsên azad tê xwestin ku li hemberî civaka Efrînê, yên li hundirê bajar mane, yên li kampên penaberiyê û koçber bûne, bibin xwedî helwesteke rijd û zelal. Êdî bila ji dayîna gotarên teorîk vegerin û ji bo çarenûsa daxwaza gelê Efrînê û bi awayeke yekser û pratîkî bersiv bidin. Bila rêyên bidawîkirina dagirkeriyê bên dîtin û êdî ji êşa şêniyên Efrînê re çareseriyekê bibînin. Ji xwe ev kes û derdorên siyasî ev erk û berpirsyariya daniye ser milên xwe û xwe weke nûnerên gelê kurd didin naskirin. Lewma jî êdî hincetên paşxistinê nema tên pejirandin. Em dixwazin ku di carekê de bi zelalî helwesta xwe zelal bikin da ku doza Efrînê êdî dakeve meydana bazarê.

Banga ji bo hêzên navdewletî

Her wiha banga me ya ji bo aliyên navdewletî yên serpereştiyê dikin jî ew e ku  Efrîn û deverên din ên dagirkirî di pileya yekemîn de werin danîn. Her wiha nexşerê û bernameyeke kar a zelal diyar bikin da ku dagirkeriya dewleta tirk a li van herêman bi dawî bibe, kesên hatine koçberkirin li warên xwe vegerin û bi aramî li xaka xwe bi cih bibin. Her wiha daxwaza me ew e ku çarenûsa bi hezaran kesên hatine binçavkirin bê aşkerakirin, kesên girtî bên berdan, kesên ku tiliya wan di binpêkirinan de heye bên cezakirin û malbatên qurbaniyan jî qerbokirin.”

Navên rewşenbîran

Rewşenbîrên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê wiha ne:

1. Anjêla Reşo – Dermansaz

2. Aslan Mamo – Şêwekar

3. Axîn Welat – Helbestvan

4. Bediredîn Bîlal – Dadwer û Şêwirmend

5. Bêrîvan Hemûş – Şêwekar

6. Çeleng Omer – Akademîsyan û Aborînas

7. Cemîl Reşîd – Nivîskar û Rojnamevan

8. Dildar Mîtanî – Lêkolîner û Belgekerê Arşîva Dîjîtal

9. Ebdîn Mûstefa – Şêwekar

10. Dr. Ebdulla Mihemed – Doktor di Zanîngeha Nant de

11. Ebdulla Şikakî – Nivîskar û Lêkolînerê Dîrokê

12. Dr. Ebdulqadir Hesko – Bijîşk

13. Ebdulrehman Hacî Osman – Rêvebirê Malpera Tîrêj Efrîn

14. Prof. Dr. Ednan Îbiş – Bijîşka di Bîrkarî de

15. Ehmed Hesen Ekaş – Rojnamevan

16. Ehmed Qitmê – Rojnamevan

17. Dr. Ehmed Yûsiv – Akademîsyan – Bijîşka di Geşkirina Aborî de

18. Dr. Ekrem Nesan – Bijîşikê Şareza di Bijîşkiya Rewşên Awarte de

19. Elî Îso – Rêvebirê Saziya Êzdîna ya Rojnamevan û Hiqûqî

20. Emîne Ala – Mafnas

21. Emîne Misto – Rojnamevan

22. Dr. Faek Minela Elî – Akademîsyan – Bijîşka di Aborî de

23. Dr. Ferhad Nesan – Bijîşk

24. Dr. Fexrî Ebdo – Bijîşk

25. Fîras Mehmeûd – Aktor û Şanoger

26. Gulê Xezal – Endezyar

27. Gulistan Sîdo – Akademîsyen – Berpirsa Têkiliyan di Zanîngeha Rojava de

28. Hemrîn Hebeş – Çalakvana Belgekirin û Wergerandinê

29. Henîf Hemo – Şêwekar

30. Hêvîn Hiso – Helbestvan

31. Heyder Omer – Rexneger û Lêkolîner di Wêjeya Kurdî de

32. Hikmet Cemîl (Bangîn) – Hunermend û Dengbêj

33. Hozan Ebdo – Derhênerê Sînemayê

34. Hozan Efrînî – Nivîskar û Rojnamevan

35. Husên Hebeş – Helbestvan

36. Husên Norlo Naso – Parêzer û Siyasetmedar

37. Îbrahîm Şêxo – Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê

38. Îdrîs Mamed – Romannivîs

39. Îmad Şêx Hesen – Parêzer – Navenda Lêkolîn a Xwndinên Qanûnî

40. Kamîran Elî – Parêzer

41. Kemal Ehmed – Nivîskar û Lêkolîner

42. Dr. Kemal Sîdo – Berpirsê Rojhilata Navîn – Rêxistina Parastina Gelên Jêr Gefê

43. Leyla Alturk – Çaksazkera Şûnwaran

44. Dr. Mamed Cimo – Akademîsyen – Bijîşka di Zimanên Rojhilatî de

45. Meha Hesen – Nivîskar

46. Mehmeûd Keleş – Lêkolîner di Ola Êzdî de

47. Mehmûd Çeqmaqî – Helbestvan û Sînemavan

48. Memdûh Tobal – Endezyar

49. Menan Cefer – Mamosteyê Zanîngeha Rojava

50. Merwa Birîm – Nivîskar û Helbestvan

51. Merwan Berekat – Lêkolîner û Romannivîs

52. Mihemed Bilko – Hunermend

53. Mihemed Bilo – Rojnamevan

54. Mihemed Hebeş – Rojnamevan

55. Mihemed Hemo – Navîskar û Helbestvan

56. Mihemed Şerîf – Rojnamevan

57. Mihemed Xelîl – Endezyarê Kîmawî

58. Mihemed Zada – Helbestvan

59. Dr. Mihemed Zeyno – Nivîskar – Bijîşkê di Civaknasî de

60. Mihyedîn Arsilan – Şanoger û Derhênerê Sînemayê

61. Mîtra Yûsiv – Hunermend

62. Mûstefa Şan Nebo – Hevserokê Yekitiya Êzdiyên Efrînê

63. Newroz Reşo – Rojnamevan

64. Nîhad Alturk – Şêwekar

65. Dr. Nûrî Şêx Qenber – Bijîşk

66. Dr. Nûristan Memo – Akademîsyan – Bijîşka Di Kîmya de

67. Pîr Rûstem – Nivîskar

68. Pîr Şemo – Lêkolînerê Civaka Êzdî

69. Rewan Cûmî – Master di Şûnwarnasî de

70. Rifet Zuhêr Al Emo – Şareza di Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navdewletî de

71. Rîma Berekat – Mafnas

72. Robar Îbiş – Mafnas

73. Rohan Mûstefa – Akademîsyen – Hevseroka Zanîngeha Rojava

74. Rûken Ekaş – Hunermend

75. Dr. Sebrî Hesen – Mamosteyê Zanîngehê

76. Selah Beyram – Hunermend

77. Selah Sîno – Şarezayê Şûnwar û Mûzxaneyan

78. Selah Yûsiv – Helbestvan

79. Selam Husên – Nivîskar

80. Şêxo Bilo – Mafnas

81. Dr. Seydo Hemo – Bijîşk

82. Tara Îbo – Nivîskar û Helbestvan

83. Temoz Şemalî – Nivîskar

84. Welat Efrînî – Nivîskar û Rojnameger

85. Welîd Bekir – Lêkolîner û Mamosteyê Zimanê Kurdî

86. Xelîl Xemgîn – Hunermend û Dengbêj

87. Yûsiv Bekir – Şêwekar

88. Zekeriya Efrînî – Helbestvan

89. Zinar Ala – Rojnamevan

90. Nav Veşartî ye – Li Hundirê Efrînê ye

91. Nav Veşartî ye – Li Hundirê Efrînê ye

92. Nav Veşartî ye – Li Hundirê Efrînê ye

93. Nav Veşartî ye – Li Hundirê Efrînê ye

94. Nav Veşartî ye – Li Hundirê Efrînê ye

Dikarî Biecibînî