‘Bi tecrîda li ser Ocalan re dixwazin peyamekê bidin gelê kurd’

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku dewleta tirk bi tecrîda li ser Ocalan re peyamê dide gelê kurd û derdorên demokrasîxwaz. Ceylan da zanîn ku di rewşa heyî de yekitî ji bo kurdan nebe nabe ye û sedema dagirkirin, qetilkirin û êrîşên li ser kurdan ji bêtifaqiya kurdan tê

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyat Ceylan têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rûdanên li herêma Zînî Wertê û yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji ANF’ê bi Denîz Îke re axivî.

Zeyat Ceylan diyar kir ku li Îmraliyê pergaleke li derveyî mirovahiyê ku mînaka wê li cîhanê nîne heye û wiha got: “Bi vê pergalê dixwazin di ser birêz Ocalan re peyamekê bidin gelê kurd û kesên demokrasî û jiyaneke wekhev dixwazin. Birêz Ocalan bi jiyan, fikr, raman û pêşniyarên xwe ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye mînak.”

Peyamên Ocalan ên ji bo yekitiyê

Bi domdarî jî Ceylan da zanîn ku ji bo ku kurd li herêmê bibin xwedî gotin hewcehî bi yekitiyê heye. Ceylan peyamên Ocalan ên dawî yên ji bo yekitiyê û tevgerên kurd bi bîr xist û wiha domand: “Tunekirina destkeftiyên heyî dê bike ku kurd sedsaleke din jî winda bikin. Kîjan partiya ku temsîliyeta gelê kurd dike bila bibe, neçare li ser esasê vê rastiyê gav bavêje. Em nabêjin hema em sibê kongreyê kom bikin. Lê êrîşên heyî li dijî hemû kurdan e. Li her parçeyê divê li dijî êrîşên tunekirinê, deng bê bilind kirin. Lewma birêz Ocalan hişyar dike ku heke yekitî çênebe ne tenê başûrê Kurdistanê yan jî Rojava, dê hemû destketiyên Kurdistanê têk biçin.”

‘Sedema qirkirinan bêtifaqiya kurdan e’

Di berdewamê de jî Ceylan diyar kir ku kurdan kengî hevgirtina xwe xurt kiribe, herî zêde wê demê dengê wan bilind derketiye û wiha pê de çû: “Sedema qirkirin, kuştin, dagirkirin, talan û wêrankirina bajarên kurdan, ji bêtifaqiya kurdan tê. Heke yekitî hebûya îro kurdan li Kerkûkê êş nedikişand, li Efrînê komkujî çênedibû û qetilkirinên niha pêk nedihatin. Heke siyaseta kurd di her alî de yekitiya xwe ava neke, em ê rojên giran bijîn. Hêzên dagirker ji vê rewşê sûd digirin. Tu hêzeke kurd xwedî wî mafî nîne ku sedsaleke din bi gelê kurd bide windakirin. Lewma di zûtirin dem de divê daxwaza gel a yekitiyê pêk bînin.”

Aloziya li Zînî Wertê

Piştre jî Ceylan bal kişand ser rageşiya li herêma Zînî Wertê û ev nirxandin kir: “Ev aloziya mezin li ser şandina hêzên pêşmerge ya bi sedema şewba koronayê li herêmê rû da. Raya giştî ya kurd bertekên tund nîşan dan lê PDK’ê paşve gav ne avêt. Divê hikûmeta Başûr bi aqilane tevbigere û pirsgirêkê bi rêyên dîplomatîk çareser bike. Heke li ser milê hêzeke kurd bi dagirkeran re bazirganiyê bike, dê ziyaneke mezin bide gelê Kurdistanê. Heke kurd winda bikin dê temamiya Kurdistanê winda bikin. Bila bazirganî û têkiliyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re hebin lê divê ev têkilî ne li ser kurdan bin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi dijminatî nêzî gelê Kurdistanê dibe. Divê hikûmeta Başûr û gelê wê vê bibîne û li gorî wê tevbigere.”

Herî dawî jî Ceylan ev tişt anî ziman: “Hikûmeta AKP’ê dikariya vê serdema şewbê veguheranda serdema aştiya civakî û demokrasiya welat. Lê mixabin hikûmetê ev yek weke firsend dît û bi zîhniyeta faşîst, înkar û tunekirinê êrîşî destkeftiyên kurdan kir. Em ê vê zîhniyeta şerxwaz teşhîr bikin. Rêya me rêya têkoşîn û heqîqetê ye û serkeftin jî teqez a me ye.” AMED

Dikarî Biecibînî