Di çalakiyên HRE’yê de 9 dagirker hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama rêzeçalakiyên hêzên wan de 9 çeteyên girêdayî dewlet tirk hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn û seyareyek jî hate rûxandin

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di demên dawî de yên li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di di 17’ê gulanê de li herêma Efrînê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sabotajê kirin. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyan de serçeteyê bi navê Ebû Amir Til Rifat jî di nav de 2 çete hatin kuştin lê hejmara kuştî û birîndarên leşkerên tirk nehat zelalkirin. HRE’yê daxuyand ku hêzên wan di heman rojê de li Ezazê jî çalakiyek li dar xist lê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Di berdewamê de jî HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 18’ê gulanê de li herêma Mareyê bi ser çeteyan de girt û 4 çete hatin kuştin. HRE’yê destnîşan kir ku di heman rojê de hêzên wan li herêma Babê li dijî çeteyan çalakiya sekvaniyê kir û di çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha dom kir:

“* Hêzên me di 19’ê gulanê de li ser rêya gundê Çeqela û Alkana yên girêdayî Şiyê ya Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyek hate kuştin, çeteyek birîndar bû û seyareyek jî hate derbkirin.

* Hêzên me di 23’yê gulanê de li nêzî Pira Acer ê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê kir. Di çalakiyê de çeteyek birîndar bû. Hêzên me li herêma Mareyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hate kuştin.

* Hêzên me di 25’ê gulanê de li taxa Mehmûdiyê yê bi ser bajarê Efrînê de li nêzî benda kontrolê ya çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de seyareyek hat rûxandin, kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Hêzên me li ser rêya Efrîn û Ezazê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de ziyana madî çêbû.

* Artêşa tirk a dagirker di demên dawîde gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehbayê bi dijwarî topbaran dike û di encamê de ziyanên madî gihîşt sivîlan.”

Dikarî Biecibînî