Dewleta tirk û çeteyên wê malên welatiyan şewitandin

Dewleta tirk û çeteyên wê duh di danê êvarê de li gundê Menax ê Til Temirê agir berdan malên şêniyên herêmê

Kiryarên hovane yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkirî bênavber didomin. Dewleta tirk tevî çeteyên xwe malên welatiyan talan û wêran dikin, zeviyên çandiniyê dişewitînin û êrîşî gelê herêmê dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê di çarçoveya van kiryarên dermirovî de duh di danê êvarê de agir berdan malên sivîlan ên li gundê Menax ê Til Temirê.

Di heman demê de ji ber êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta tirk, li gundê Rebîatê yê Zirganê jî agir bi zeviyên şêniyên herêmê ket. Lê belê li ser hewldana şêniyên gund û xebatkarên agirkujiyê, şewat hate vemirandin. HESEKÊ

Dikarî Biecibînî