Keça Sabrî Kaya: Bavê min li ber çavên me kuştin

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di 20’ê gulanê de hate berdan û di heman rojê de jiyana xwe ji dest da. Keça Kaya, Dîlan Kaya got ku bavê wê li ber çavê wan hate kuştin û heta ku hesabê ji hemû kesên tiliya wan di kuştina bavê wê de heye dipirsin dê dev ji doza xwe bernedin

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê de bû, di 20’ê gulanê de hate berdan. Lê belê roja hatiye berdan jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê ya li Morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê, malbatê cenaze di 23’yê gulanê de wergirt û li Ceyhanê defin kir. Keça wî Dîlan Kaya têkildarî mijarê ji MA’yê bi Hamdullah Kesen re axivî.

Dîlan Kaya diyar kir ku bavê wê û hevalên xwe di mijdara sala 2019’an de bi hinceta ku li dijî hejmartina ser pêyan derketine ji hêla gardiyanan ve hatine derbkirin û wiha got: “Bavê min ji girtiyên nexweş bû lê dîsa jî mafê wî yê dermankirinê hate binpêkirin. Bavê min ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da. Dermanê ‘Cuamadîn’ ji bo nexweşiya bavê min gelek girîng bû lê belê Girtîgeha Osmaniyeyê ev derman peyda nekir. Bavê min di 25’ê adara 2020’an de qeyrana dil derbas kir û xwîn çû ser mejiyê wî. Ji ber vê jî mehkûmî erebeya biteker bû.”

Ji ber ku dermanên Kaya nedanê rewşa wî xerab dibe

Bi domdarî jî Kaya ev tişt anî ziman: “Tam mehekê girtîgehê ev derman neda bavê min. Dema me sedema vê dipirsî jî ji me re di gotin; ‘Derman tune ye. Bila qetîne.’ 10 salan bênavber ev derman bi kar di anî. Xwîna wî rohn dikir. Lê ji ber ku nedanê qeyrana dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî. Ji ber vê jî felc bû. Ji ser hişê xwe çû. Piştî ku ketî komayê rakirin beşa awarte. 5-6 rojan li wir ma. Lê piştre careke din li girtîgehê hate veguhestin. Ango kesekî di komayê de careke din şandin girtîgehê. Li ser vê yekê me serî li Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê da. Êdî dema me telefon vedikir nedikariya bi axive. Ji deh deqeyan tenê karî 2 deqeyan bi axive. Ji xwe tiştên digotin jî me fêm nedikir.”

Mafê tedawiyê hate astengkirin

Kaya diyar kir ku ji ber şewba koronayê şandeya tenduristiyê kom nebû û wiha pê de çû: “Lewre rapor jî nehat amadekirin. Tenê li gorî biryara bijîşkekî ku di got; ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ tevgeriyan. Bijîşkekî li nexweşxaneyê ji min re got; ‘Ez nikarim girtiyekî ji girtîgehê derxînim, ditirsim. Ew hêza min nîne. Ger wisa bikim dê min sirgûn bikin.’ Serbijîşktiya nexweşxaneyê jî got; ‘Rewşa bavê te pir baş e, hewce nake li nexweşxaneyê bimîne.’ Ji bo ku bavê min li nexweşxaneyê bimîne me gelek israr kir. Lê bijîşkan got; ‘Şewb heye û em nikarin li vir razînin. Tiştên hewce em ê bikin.’ Bi vê re jî mafê tedawiyê yê bavê min astengkirin.”

Îşkenceya birin û anîna nexweşxaneyê

Di berdewamê de Kaya destnîşan kir ku hema hema rojane bavê wê radikirin nexweşxaneyê û ev tişt anî ziman:”Carnan rojê du caran radikirin beşa lezgîn. Hemû israrên me yên ku li nexweşxaneyê bimîne hatin redkirin. Piştî bavê min kete komayê, sê caran rakirin beşa awarte. Lê bêyî bixin serwîsê, dişandin girtîgehê. Em çend caran çûn girtîgehê lê nehiştin em bikevin girtîgehê. Li ser pirsa me ya ji gardiyanan, gotin; ‘Bi ser hişê xwe ve diçe û nikare dermanê xwe bi kar bîne.’ Mirovekî ku 17 nexweşiyên wî yên kronîk hebûn û nedikarî bi tena serê xwe dermanên xwe bi kar bîne, bi mirinê re rû bi rû hiştin. Pêdiva wî bi me hebû. Rêveberiya girtîgehê rojekê ji me re got; ‘Tiştekî bavê te nîne. Bi zanebûn wiha dike. Em ne bi rîngê, bi ambulansê vediguhêzin. Şikir bikin. Em dikarin wiha jî nekin.’ Her carê dibirin nexweşxaneyê û piştî ku hebeke êşbirê didanê, vedigerandin girtîgehê.”

‘Ez ê dev ji vê dozê bernedim’

Kaya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber rewşa bavê min me ne li girtîgehê û ne jî li nexweşxaneyê muxatabek nedît. Bijîşk û rayedaran mafê tedawiyê yê bavê min binpê kirin. Girtîgehê bavê min bi qedara wî re rû bi rû hişt. Di endoskopiya di 15’ê gulanê de xuya bû ku gelek zêde xwîn ji mîde, rovî û soriçka wî hatiye. Çend roj beriya ku bave min jiyana xwe ji dest bide jî, rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çukurovayê. Li wir jî rakirin beşa awarte. Bijîşk got; ‘Êdî tiştekî ku em bikin nemaye û dibe ku jinişkanve bimire.’ Bi çend saetan piştî vê agahiyê jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. Bi zanebûn ev yek kirin. Heta bavê nemirî bernedan. Dema biryara berdanê hatiye dayîn hemû leşker û gardiyan reviyan. Heta wê kêliyê jî bavê min kelemçekirî bû û nehiştin em wî bibînin. Tiliya kê di mirina bavê min de hebe ez ê dev ji wan bernedim. Ez ê giliyê hemûyan bikim. Li ber çavan me bavê min kuştin. Ez ê dev ji vê dozê bernedim.” EDENE

Dikarî Biecibînî