‘Dijminê kurdan û doza wan yek e’

Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyeyê Qasim Merzanî diyar kir ku doza gelê kurd yek doze û nabe ku ji hev cuda bê destgirtin. Merzanî da zanîn ku divê hêzên siyasî yên kurd li dora heman maseyê rûnin û bi rêyên guftûgoyê peymanekê îmze bikin

Navenda Nûçeyan |

Mamostayê Zanîngehê Qasim Merzanî diyar kir pirsgirêka Kurd yek pirsgirêk e û got, “Nabe em xwe bi vê şaş bikin bêjin ku statuya me heye û heqê me li ser parçeyên din nîne.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) demek berê bi hinceta vîrûsa koronayê hêzên pêşmerge şandibûn Zînî Wertê. Bi şandina pêşmergeyan re jî balafirên şer ên dewleta tirk noqteyeke gerîlayên PKK’ê bombebaran kir û 3 gerîlayan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Ev provokasyona PDK’ê di raya giştî ya kurdan rastî bertekên tund hatibû û tê. Têkildarî mijarê mamosteyê Zanîngeha Selahadînê bijîşk Qasim Merzanî ji Rojnewsê re axivî.

Qasim Merzanî diyar kir ku hewceye ku gelê kurd dost û dijminên xwe baş nas bike û wiha domand: “Dewletên dagirker tu caran nabin dostên gelê kurd. Lewma divê em nekevin xefika dagirkeran û nebin beşek ji bicihanîna planên wan. Pirsgirêka kurdan yek pirsgirêke. Dagirker bi yek çavî lê dinihêrin. Nabe ku em xwe xelet bikin û bibêjin statuya me heye û heqê me li ser parçeyên din nîne. Heta ku em bi yek destî nexebitin, em ê nekarin xwe bigihînin armancên xwe.”

Herî dawî jî Merzanî ev tişt anî ziman: “Pêwîst e hêzên siyasî yên kurd ji bo ku aloziyên bi heman awayî rû nedin, li dora maseyekê rûnin û peymanekê îmze bikin. Her wiha ji bo ku hêzên siyasî li dora maseyekê bicivin û guftûgo bikin, hewceye cemawerî jî zextê bike.” SILÊMANIYE

Dikarî Biecibînî