Artêşa tirk li Şêladizê 2 welatî bi balafiran qetil kir

Artêşa tirk herêmeke li nêzî çiyayê Kurejehro yê Şêladizê bombebaran kir. Di encama êrîşê de bavek û kurê wî hatin qetilkirin. Her wiha HPG’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşên hewayî yên di rojên cuda de 4 gerîla şehîd bûne

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Dewleta tirk li hêlekê qadên gerîla û li hêla din jî qadên sivîlan hedef digire.

Di çarçoveya van êrîşan de, balafirên şer ên dewleta tirk îro saet di 10:00’an de nêzî çiyayê Kurêjehro ya navçeya Şêladizê ya Duhokê bombebaran kir. Hat zanîn ku di encama bombebaranê de bavek tevî kurê xwe hate qetilkirin.

Navên welatiyên hatine qetilkirin wiha ne: “Bav Celal Nûredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal ên ji niştecihên Dêrelokê ne.”

Daxuyaniya HPG’ê

Di heman demê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî da zanîn ku dewleta tirk di 25’ê gulanê de li herêma Xakurkê qada Şêxzade bombebaran kiriye. HPG’ê diyar kir ku balafiran di 28’ê gulanê de jî qada gundê Rûsê ya Heftanînê, di 29’ê gulanê de jî li dijî qada gundê Girê ya Garê û girê Şehîd Aslan bombebaran kiriye. HPG’ê destnîşan kir ku di êrîşên hewayî de 4 gerîla şehîd bûne û dê piştre nasnameyên wan aşkera bikin. BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî