Bi sedan kes li Reqa, Qamişlo û Kobanê li dijî dewleta tirk meşiyan

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, destdirêjiya li dijî jinên Efrînê û qetilkirina ciwanê kurd Bariş Çakan, li Kobanê, Reqa û Qamişloyê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin

Navenda Nûçeyan |

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, destdirêjiyên li dijî jinên Efrînê û qetilkirina ciwanê kurd Bariş Çakan ku ji ber guhdarkirina stranên kurdî hatibû qetilkirin, welatiyên Reqa, Qamişlo û Kobanê çalakî li dar xistin.

REQA

Bi vê boneyê bi sedan jin bi pêşengiya Rêveberiya Jinê ya Reqayê li kolana Basilê kom bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê û destdirêjiyên li dijî jinên efrînî şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta ‘Êrîşên li dijî jinên Efrînî li dijî jinên tevahiya cîhanê ne’ hate vekirin û çalakvanan li dijî dagirkeriyê dirûşmên berxwedanê berz kirin.

Di dawiya meşê de ji rêveberên Rêveberiya Jinê ya Reqayê Xaliya Kecwan axivî û destnîşan kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan a li dijî dagirkeran dê bidome. Saziyên Civaka Sivîl ên Reqayê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê îşkenceya li dijî jinên Efrînê şermezar kirin.

QAMIŞLO

Li navçeya Til Koçer a Qamişloyê jî jin bi pêşengiya Kongreya Star li hev kom bûn û êrîşa li dijî jinan a li Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de endama Rêveberiya Kongreya Star Mûna Mezel daxuyanî xwend û wiha got: “Di demên dawî de êrîşên li dijî jinan zêde bûn. Jin ji aliyê çeteyan ve tên revandin, tên girtin û êrîşên zayendî li dijî wan tên kirin. Rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî divê li dijî van sûcên li dijî mirovahiyê xwedî helwest bin. Divê têkildarî kiryarên li Efrînê lêpirsîneke navneteweyî bidin destpêkirin.”

KOBANÊ

Di heman çarçoveyê de hunermendên kurd ên ji Kobanê jî ji bo Bariş Çakan li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido daxuyanî dan. Zîlan Hemo bi navê hunermendan axivî û wiha got: “Dewleta tirk li dijî kurdan polîtîkaya asîmîlasyonê dimeşîne. Her roj êrîşî huner, çand, siyasetmedar, çapemenî û rewşenbîrên kurdan dike. Em êrîşên faşîst ên dewleta tirk ên bi her rengî şermezar dikin. Em ê bi biryardarî stranên kurdî bêjin, helbestên kurdî bixwînin.”

Dikarî Biecibînî