Dayikên Mexmûrê banga rakirina ambargoyê kirin

Dayikên ji Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku ambargoya li ser wan tê sepandin ne sepaneke bi edalet e. Dayikan got ku ji ber ambargoyê nikarin biçin nexweşxaneyê û zehmetiyan dikişînin. Dayikan wiha domand: “Kurdistan a me hemûyan e. Divê gelê kurd li dijî vê ambargoyê derkeve.”

Ambargoya ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 11 meh in bênavber didome. Ji ber ambargoyê şêniyên wargehê di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Têkildarî mijarê ji dayikên wargehê Xanê Beneg û Adilê Bîlen axivîn.

Dayika Xanê Beneg ambargoya heyî weke bêedaletî pênase kir û wiha got: “Dema em koçber bûn û hatin vê kampê, em di demekî dijwar re derbas bûn. Niha jî li ser me ev bi mehane ambargoyek heye. Gelek kes nikarin herin nexweşxaneyê û gelek kes jî nikarin debara xwe bikin. Ji aliyekî ve jî bombeyan li ser me de dibarînin. Gelek zilm li me tê kirin lê kesek ji vê zilmê re dengê xwe dernaxe.”

‘Hêzên ewlehiyê cilên min qetandin û paşve şandin’

Bi domdarî jî dayika Xanê anî ziman ku çend roj berê xwest biçe nexweşxaneyê lê li noqteya ewlehiyê ya PDK’ê hatiye sekinandin û wiha domand: “Cilên min qetandin û paşve vegerandin. Ji wê demê ve ez nexweş im û li erdê me. Em bi doza xwe ve girêdayî ne. Tu hêz an jî kes nikare bi me paşve gav bide avêtin. Heta dilopeke xwînê di canê me de hebe, em ê li pey Rêbertî û şehîdên xwe bin.”

‘Kurdistan a me hemûyan e’

Dayika Adilê Bîlen jî destnîşan kir ku hindik maye ambargo salekî li pey xwe bihêle û wiha bi dawî kir: “Em civakeke penaber in. Ev 27 sal in em di nava şertên penabertiyê de dijîn. Hêviya me ji hemû partiyên kurdan heye ku li dijî neheqiyê bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest ku ambargoya li ser me rabe. Li vir kesek nikare bixebite û nikare biçe nexweşxaneyê. Kurdistan a me hemûyan e. Em hêvî dikin ku her kes li dijî vê ambargoyê derkeve.” MEXMÛR

Dikarî Biecibînî