HSD’ê îdiayên dewleta tirk derewand

HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku îdiayên dewleta tirk ku dibêje çend şervanên YPG’ê şehîd xistine derew in û da zanîn ku ev agahî di çarçoveya şerê taybet de tên parvekirin

Navenda Nûçeyan |

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe bersiv da îdiayên wezareta parastinê ya dewleta tirk.

HSD’ê da zanîn ku wezareta parastinê ya dewleta tirk di dema dawî de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi armanca şerê taybet hinek daxuyanî dane û wiha domand: “Di wan daxuyaniyan de tê gotin ku qaşo li herêmên di bin dagirkeriya wan de şervanên YPG’ê hatine şehîdxistin. Ew daxuyaniyên bi vî awayî bi armanca şerê taybet tên dayîn û tu eleqeya wan bi rastiyê re tune ye.”

Dikarî Biecibînî