Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Newroz Uysal û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulana sala 2019’an, di 7-18’ê hezîrana sala 2019 û di 7’ê tebaxa 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.

Her wiha ji 7’ê tebaxê heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 77 caran serlêdan kirin lê belê serlêdana parêzeran bêbersiv hatin hiştin. STENBOL

Dikarî Biecibînî