Mûsa Farisogullari hate binçavkirin

Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê parlamenter Leyla Guven û Mûsa Farisogullari de biryara girtinê da, Farisogullari hate binçavkirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Farisogullari ku îro parlamenteriya wan hatibû betalkirin de biryara girtinê da.

Li ser vê yekê dema ku parlamenter Farisogullari ji Amedê ber bi Enqereyê ve diçû, li Qereqola Pîrînçlîk a li ser rêya Amed-Rihayê hate binçavkirin. AMED

Dikarî Biecibînî