Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hatin binçavkirin – Hate nûkirin

Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê parlamenter Leyla Guven û Mûsa Farisogullari de biryara girtinê da, Guven û Farisogullari hatin binçavkirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Farisogullari ku îro parlamenteriya wan hatibû betalkirin de biryara girtinê da.

Li ser vê yekê dema ku parlamenter Farisogullari ji Amedê ber bi Enqereyê ve diçû, li Qereqola Pîrînçlîk a li ser rêya Amed-Rihayê hate binçavkirin. Di heman demê de Guven jî li hesabê xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û da zanîn ku di van kêliyan de tê binçavkirin. AMED

Dikarî Biecibînî