5 jinên ji bo piştgiriya bi Guven re daxuyanî dan hatin binçavkirin

Polîsên dewleta tirk 5 jinên ku ji bo şermezarkirina betalkirina parlamenteriya Leyla Guven li Stenbolê çalakî kirin, binçav kirin

Komeke ji jinên endamên Rizgariya Jinan ji bo piştevaniya bi hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û parlamenterê CHP’ê Enes Berberoglu çalakiyek li dar xistin.

Jinên ku li pêşiya Peykerê Kartal ê Beşîktaş a Stenbolê kom bûn, dirûşma ‘Bijî piştevaniya jinê’ berz kirin û li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de jinan wiha got: “Em Guven ji têkoşîna wê nas dikin. A hate kirin li dijî têkoşîna jinê ya rêxistinkirî hatiye kirin. Bila dewlet bizane jin ku qadan vala nakin. Em ê bi berxwedanê bersiv bidin van êrîşan.”

Di dema daxuyaniyê de polîsan êrîşî jinan kirin û jinên bi navên Burcugul Çubuk, Başak Yaşîlot, Nûpelda Çelîk, Gamze Taşçi û Şîrîn Yildiz binçav kirin. STENBOL

Dikarî Biecibînî