Hatîp Dîcle: Tu feydeya tirsê tuneye

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, diyar kir ku ji ber sedemên siyasî girtina parlamenteran kiryarên xweser ên faşîzmê ne.

 

ne û got: “Bloka desthilatdariya faşist, ji bo ku emrê xwe dirêj bike, van kiryaran dike. Lê tu feydeya tirsê tuneye.”

4’ê Hezîrana 2020’an, wekî “darbeya” 2’yê Adara 1994’an derbasî dîrokê bû. Wekîltiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Mûsa Farisogûllarî û parlamenterê  CHP’ê Enîs Berberoglû hatin betalkirin û girtin. Berberoglû piştî 24 saetan bi biryara “destûra malê” hat berdan. Leyla Guven û Mûsa Farisogûllarî yên berê jî bi salan di girtîgehan de mabûn, hîna jî girtine.

Beriya 26 salan destnedayîna parlamenterên Partiya Demokrasî (DEP) Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik û parlamenterê serbixwe Mahmût Alinak hatibû rakirin. Orhan Dogan û Hatîp Dîcle di 2’yê Adara 1994’an de, dema ji TBMM’ê derdiketin ji aliyê polîsan ve bi zorê hatibûn binçavkirin, piştî 13 rojan hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Sergirtî ya Navenda Enqerê. Bi vê lez û beziyê re DEP’ê jî hatibû girtin.

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle yê ku wê demê hat girtin û 10 salan di girtîgehê de ma, piştî 26 salan “darbeya siyasî” ya cardin li dijî parlamenterên kurd pêk hat, nirxand.

Tê wateya ku gel nas nakin

Dîcle, diyar kir ku ji roja Dewleta Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin ve li dijî kurdan polîtikayên taybet bi rêve dibe û wiha axivî: “Bi van polîtîkayan nasnameya kurdan red dikin. Redkirin jî rê li ber înkarê vedike. Nûnerên kurdan ji peywirê girtin, tê wateya ku gelê kurd nas nakin. Yên têkoşîna demokrasiyê bi rêve dibin, li her qadê rastî van kiryar û polîtîkayan tên. Di 2’yê Adara 1994’an de parlamenterên DEP’ê nexistin Meclîsê. Binçavkirin û girtin. Em 10 salan di girtîgehê de man. Dûre parlamenteriya gelek hevalên me hat betalkirin. Ev ne hiqûqiye. Mafê destnedayîna parlamenteran ji wan girtin, dijî hiqûqê ye.”

Dewama hişmendiya îttihat terakiye

Dîcle, anî ziman ku parlamenterek encex ji ber bûyereke adlî dikare bê girtin û wiha got: “Ji ber sedemên siyasî mafê destnedayîna wekîlan rakirin, ew binçavkirin û girtin, kiryarên xweser ên faşîzmê ye.” Dîcle, qetilkirina parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de pêk hat bi bîr xist û wiha bilêv kir: “Dewlet ji dema Îttîhat Terakkî ve vê kevneşopiyê dewam dike. Ne naskirina parlamenteran, tê wateya ne naskirin vîna gelê kurd. Dixwazin li gorî hişmendiya Îttîhat  Terakkî hemû kesî bikin Tirk. Ji ber vê komkujiyên xwe dewam dikin. Wekîltiya parlamenteran betalkirin û vîna gel ne naskirin, yek ji dewam vê konseptê ye.”

Bloka AKP-MHP-ERGENEKON hildiweşe

Dîcle, bal kişand ser bloka AKP-MHP-Ergenekon û wiha pê de çû: “Bloka AKP-MHP-Ergenekonê ber bi hilweşandinê ve diçe. Rojên wan ên ku hesap bidin nêz bûye. Ji ber ku vê rastiyê dibînin, bêhiş û dûrî aqilê dewletê tevdigerin. Betalkirina wekîltiya 3 parlamenteran tu eleqeya xwe bi aqlê dewletê, hiqûq û demokrasiyê ve tuneye.

‘Divê bertek bê nîşandan’

Dîcle, dest nîşan kir ku divê li tevahiya cîhanê saziyên demokratîk bertek nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye ji vê tu tiştî qezenc nake. Ev bloka desthilatdariya faşîst ji bo ku emrê xwe dirêj bike van polîtîkayan bi rêve dide û hewl dide tirsê ava bike. Lê tu faydeya tirsê tuneye. Faşîzm bi vê zilma dike, hîn zêdetir nikare xwe li ser piyan bigire. Lazime ku hêzên demokratîk jî di vê mijarê de bibin yek û eniya demokrasiye li dijî vê blokê ava bikin. Divê li dijî xespa vîna xwe dakevin kolanan û daxwaza mafê xwe bikin. Têkoşîna li dijî nijatperestiya ku George Floyd li DYA’yê kuşt, bu sedem ku DYA biheje. Divê li Tirkiyeyê jî, vîna gel û hêzên demokrasiye zemînek wiha ava bikin. Ji ber ku ji bilî vê tu careyek din tuneye. Pêwîste ku hemû kes bertekên xwe nîşan bidin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî