Di operasyona HSD’ê de heta niha 87 çete hatine binçavkirin

Şervanên HSD’ê di encama operasyona li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, ji 4’ê hezîranê heta niha 87 çete û gumanbar binçav kirin

Di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe yên li dijî sivîlan zêde kirin. Ji bo girtina van komên çete û pêşîlêgirtina van êrîşan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 4’ê hezîranê ve li bejahiya Dêrazorê û Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonê dimeşînin.

Li gorî daneyan, di çarçoveya operasyonê de heta niha 87 çete û kesên gumana endamtiya DAIŞ’ê lê heye hatine binçavkirin. Di operasyonê de Hêzên Taybet ên HSD’ê di roja 5’an a pêngavê de avêtin ser hin deverên gundê Hircê yê navçeya Siwer a Dêrazorê.

Di serdegirtinan de 20 kesên ku pêwendiya xwe bi hucreyên DAIŞ’ê re hebûn hatin binçavkirin. Bi binçavkirinên dawî re heta niha kesên hatine binçavkirin hejmara wan derket 87 kesan. HESEKÊ

Dikarî Biecibînî