Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê kalê 80 salî qetil kirin

Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê welatiyê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê 80 salî ku nedikarî bimeşe û nexweş bû, revand û qetil kir. Hat zanîn ku dagirkeran di heman demê de pereyê Xelîl jî dizîne

Navenda Nûçeyan |

Hovîtiya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li Efrînê bênavber didome. Dewleta tirk û çeteyên wê ji adara sala 2018’an heta niha li herêmê bi awayekî sîstematîk sûcên şer dike, malên gel didizin û çavkaniyên jiyanê talan dikin.

Têkildarî mijarê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê daxuyaniyek da û da zanîn ku welatiyê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê 80’ê salî, di 9’ê hezîranê de ji aliyê koma çete ya bi navê Sûltan Mûrat ve li gundê Qizilpaşa yê Bilbil a Efrînê hatiye revandin.

Rêxistinê diyar kir ku cenazeyê Arif Ebdo Xelîl di 10’ê hezîranê roja çarşemê de li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê hatiye dîtin. Hate ragihandin ku li ser cenazeyê Xelîl şopên îşkenceyê hebûn û mixdarekê pereyên Arif jî hatine dizîn.

Xelîl ê ji aliyê derdorê ve weke ‘Arif Xatûnê’ dihate naskirin û nedikarî bimeşe. Her wiha ji ber temenê wî jî gelek nexweşî lê peyda bûbûn. Heman koma çete ya girêdayî dewleta tirk, di 23’yê gulanê de jî zaroka keç a bi navê Melek Nebî Xelîl (16) revandibû û cenazeyê wê di 5’ê hezîranê de li gundê Firiziye yê Ezazê hatibû dîtin.

Komên çete yên girêdayî dewleta tirk di 9’ê hezîranê de li gundê Raco yê Mabatayê 8 sivîl revandibûn û ji malbatên wan fîdye xwestibûn.

Dikarî Biecibînî