Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li sedozgeriyê da

Malbata Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo hevdîtina bi xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Duh jî ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Turgut, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li serdozgeriyê dabûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serdozgeriyê bersiv neda serlêdana parêzeran. STENBOL

Dikarî Biecibînî