Li Efrîn, Bab û Mareyê 5 çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Bab, Mare û Efrînê çalakî kirin û di encama çalakiyan de 5 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li herêmên Bab, Mare û Efrînê yên li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 1’ê hezîranê de li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa tirk çalakiyeke sekvaniyê kir û çeteyek hate kuştin. HRE’yê daxuyand ku di heman rojê de hêzên wan li dijî benda kontrolê ya girêdayî Babê çalakiyeke serdagirtinê kir û di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Bi domdarî jî HRE’yê diyar kir ku hêzên wan li herêma Mareyê çalakiyeke sekvanî kir û di çalakiyê de çeteyek hate kuştin. Daxuyaniya HRE’yê wiha dom kir: “Hêzên me li gundê Basûtê yê Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyan çalakiyek kir û di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 4 çete birîndar bûn. Di 4’ê hezîranê de jî hêzên me li herêma Mareyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiya sekvaniyê kir û çeteyek hate kuştin.”

Dikarî Biecibînî