Li Amedê gelek balafirên şer rabûn

Li Amedê di van kêliyan de gelek balafirên şer rabûn. Nehat zanîn bê ka balafir ber bi ku de çûn

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Kurdistanê û qadên gerîla berdewam in.

Îro saet di 15.10’an de ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê gelek balafirên şer rabûn. Nehat zanîn bê ka balafirên şer ber bi ku de çûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa tirk şevê din saet derdora 24.00’an de jî bi zêdetirî 30 balafirên şer êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê kiribû. AMED

Dikarî Biecibînî