Meşa Demokrasiyê ya Mêrdînê hate astengkirin

HDP’iyên ku di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de xwestin ji Mêrdînê ber bi Amedê ve bimeşin, hatin astengkirin. Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salih Kuday got ku HDP dê meşa xwe bidomîne

HDP’iyên ku ji Mêrdîn û navçeyên wê ber bi Amedê ve bi rê ketin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Endamên HDP’ê ji Mîdyat, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û navçeyên din bi rê ketin, lê belê li ser rêya Mêrdîn û Amedê li bendên kontrolê hatin rawestandin. Destûr ji wan re nehate dayin ku ji bajêr derkevin.

Avahiya HDP’ê ya Mêrdînê jî danê sibehê bi wesayîtên zirxî û polîsan hate dorpêçkirin.

Hevserokê HDP’ê yê bajêr Salîh Kuday li avahiya partiyê axivî û diyar kir ku bi rengekî korsanî destûr nayê dayin ku ew ji bajêr derkevin. Kuday da zanîn ku HDP dê meşa xwe bidomîne. MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî