‘Ji sê parên OSO’yê yek jê DAIŞ’î ne û dişînin Lîbyayê’

Çeteyekî ku ji Serêkaniyê reviya û xwe radestî HSD’ê kir got ku ji sê parên OSO’yê parek jê DAIŞ’î ne. Çete Aras Hac Alî diyar kir ku komên çeteyan talan û diziyê weke ‘xenîmet’ pênase dikin. Her wiha Hac Alî got: “DAIŞ’î jî di nav de bi hezaran çete şandin Lîbyayê. Lê gelemperiya wan hatin kuştin.”

Aras Hac Alî ji gundê Cewzat ê Dirbêsiyê ye. Di cotmeha sala 2018’an de tevî hevalekî xwe ji leşkeriya Rêveberiya Xweser reviya û çû herêma Babê ya dagirkirî. Ji wir jî hewl da biçe Tirkiyeyê lê belê kete destê çeteyan. Ji ewil tev li koma çete ya Lîwa Nûredîn a girêdayî Tumena Hamzat hate kirin û piştre jî li Serêkaniyê tev li çeteyên Sûltan Mûrat bû. Ji wir jî bi alîkariya malbata xwe reviya û di 27’ê nîsana 2020’an de xwe teslîmî HSD’ê kir. Hac Alî têkildarî mijarê ji ANF’ê bi Bêrîtan Sarya re axivî.

Hac Alî da zanîn ku beriya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta tirk û çeteyên wê amadekarî dikirin û wiha got: “Hêzên xwe şandin perwerdeyê. Ez jî li cem xwe dihiştin. Di gotin leşkerên wan kêm bûne û xwestin tev li wan bibim. Ez li nuqteya kontrolê bi cih kirim. Amadekariyên wan temam bûn. Fermandarên tugayê hêzên xwe kom kirin. Bi me re jî civînek kirin. Gotin, ‘Tirkiye pereyekî kêm dide lê xeman nexun her tişt serbest e. Çi ber destê we bikeve, yê we ye. Tiştekî nehêlin, efû nekin.’”

‘Talan û dizî weke xenîmet pênase dikirin’

Bi domdarî jî Hac Alî ev tişt anî ziman: “Di 15’ê çileya 2019’an de weke endamekî Firqa Hamzat ez bi daxwaza xwe ji Babê derbasî Serêkaniya bûm. Li vir hefteyekê di bin sîwana Lîwa Nûreddîn a Hamzat de mam û piştre tev li çeteya Sûltan Mûrat bûm. Talan û dizî weke xenîmet nîşan didan. Min her tişt nedît lê belê tiştên ku min dîtin jî gelekî xerab bûn. Şêniyên Serêkaniyê ji ber tirsa çeteyan koçî Hesekê bûn. Lê çeteyan her tiştên wan dizî bûn. Derî û pace jî dizî bûn.”

Talan, dizî û zilm

Di berdewamê de jî Hac Alî got ku li Serêkaniyê li ser malbatên kurd zexteke giran hebû û wiha pê de çû: “Tiştên jinan jî ji wan dihatin stendin. Bi taybetî 7-8 malbatên kurd, extiyar mabûn. Zexteke giran li wan dihate kirin. Jenetor û her tiştên malbatekê jê stendin. Ez jî kurd bûm û lewre di navbera min û çeteyan de nîqaş derdiketin. Carna di gotin; ‘Em ji bo şerê li dijî kurdan hatine.’ Dema hinek ji Hesekê vedigeriyan Serêkaniyê, ew digirtin û li wan dixist. Ev kes bi fîdyeyê berdidan. Carna ji bo fîdyeyê mirov direvandin. Li ser malan şer dikirin. Hemû kom jî diziyê dikin. Malên kesên ji Serêkaniyê derketin, firotin hinek kesên din. Yên li malên xwe vedigerin jî, malên wan bi pereyan difiroşin wan.”

‘Ji sê parên OSO’yê parek jê DAIŞ’î ne’

Hac Alî diyar kir ku di nava Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) de dewleta tirk û DAIŞ’î hene û wiha berdewam kir: “Ji sê paran yek jê DAIŞ’î ne. Min çîroka du ji wan guhdar kir. Yek ji wan min hefteyek beriya ku bêm Serêkaniyê nas kir. Navê wî Alaaddîn Ahmed Keroo bû. Wî bi xwe got ku DAIŞ’î ye. Li Reqayê emîr bû. Piştre derbasî herêma OSO’yê bû û ji aliyê Ahrar El Şarqiye ve hate girtin. Di berdêla pere de tev li koma Mûhammed Şîblî, tev li Hamzat bû. Dema ez li Serêkaniyê, çû Lîbyayê û li wir hate kuştin. Yek jî Huseyîn Muhammed ê hemayî bû ku li Babê li nêzî nuqteya me ya kontrolê di nava koma Sîqûr Şîmal de bû. Dema hewl da bireve, hate girtin. Mîna Keroo, gelek DAIŞ’î şandin Lîbyayê û hatin kuştin.”

‘Bi hezaran çete şandin Lîbyayê’

Aras Hac Alî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî li herêmên dagirkirî tiştekî ku bi dizin nema. Lewma ji bo 2 hezar dolaran çûn Lîbyayê. Di 27’ê nîsana 2020’an de ji Serêkaniyê reviyam û teslîmî HSD’ê bûm. Wê demê bi qasî ku min dît, nêzî 300 kes ji Serêkaniyê çûn Lîbyayê. Min bihîst ku ji Babê nêzî 4-5 hezar çete şandin Lîbyayê. Lê piraniya wan tên kuştin. Nêzî 7 hezar dolar didan fermandarên diçûn Lîbyayê. Li Serêkaniyê komeke ji tûgaya me çû. Yek jî birayê hevalekî min bû. Navê wî Ahmet Brahîm Muhammd bû. Demek pir kurt piştre hate kuştin. Cenazeyê wî şandin Serêkaniyê. Ew bi xwe jî ji Serêkaniyê bû.” HESEKÊ

Dikarî Biecibînî