Sancar: Heke em bitirsin dê me bê ruh û bê vîn bihêlin

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar got ku meşa wan ji bo demokrasî, azadî û pêşerojeke ronî bû. Sancar got: “Îktîdar ji meşa me gelek tirsiya. Me dîwarê tirsê hilweşand. Heke em bi tirsin dê me bêruh û bêvîn bihêlin.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de Meşa Demokrasiyê û meşa serokên baroyan nirxand.

Sancar ji ewil qala Meşa Demokrasiyê kir û wiha got: “Ji bo ku em temamiya welat hembêz bikin, ji Edîrne û Colemêrgê meşiyan. Me xwest peyam bidin desthilatdarê ku nikarin vîna me desteser bikin. Her du baskên meşê jî xwedî wateyên girîng bûn. Dibe ku qonaxa yekemîn a meşa me li Enqereyê bi dawî bibe lê belê dê meşa me bidome.”

‘Nedizanîn ku tu kes nikare bikeve navbera me û gel’

Bi domdarî jî Sancar diyar kir ku karê destpêkê yê darbekaran desteserkirina vîna gel e û wiha domand: “Dixwazin vîna gel tune bihesibînin. Lewre meşa me li dijî darbeyê bû. Meşa me ji bo hemû aliyên civakê yên ku bêhn lê hatiye çikandin bû. Ji bo ciwanan, jinan û kedkaran bû. Di her kêliya meşê de ji me re astengî derxistin. Em dorpêç û heps kirin. Lê dîsa jî têk çûn. Ji wesayît û hevalên me zêdetir, polîs, leşker û wesayîtên wan hebûn. Ji bo ku gelê me partiya xwe pêşwazî neke hemû cureyên zextê kirin. Lê nedizanîn ku tu kes nikare bikeve navbera me û gel.”

‘Me dîwarê tirsê hilweşand’

Di berdewamê de jî Sancar anî ziman ku dê di her şert û mercan de bi gelê xwe re bin û wiha pê de çû: “Li her deverê xelkê me li şaneşîn, şibak û li kolanan piştgirî dan me. Meşa me herî zêde ji bo ciwanan bû. Ji ber ku ew siberoja me ne. Meşa me ji bo siberojeke demokratîk û azad û ji bo ku budçeya welat ji şer re neçe bû. Her bombeya ku diteqe û her çeka tê kirîn ji dahata pêşeroja ciwanan tê dizîn. Lewma em li dijî şer meşiyan. Tevî astengiyan jî em bi serbilindî meşiyan. Ne em lê belê îktîdar tirsiya. Xuyaye ku ji gel ditirsin. Me jî dîwarê tirsê hilweşand. Heke em bitirsin, dê me bê ruh û bêvîn bihêlin.”

‘Vîn û heysiyeta gel di hedefa îktîdarê de ye’

Herî dawî jî Mîthat Sancar ev tişt destnîşan kir: “Qefesên ji hesin li ser baroyan ferz dikin. Baro jî vê red dikin. Dema em dibêjin ev îktîdar darbekar e, hinek derdor dibêjin ku hûn pir mezin dikin. Lê divê bê zanîn ku niyeta vê îktîdarê darbekarî ye. Îktîdara ku hin aliyên civakê tune dihesibîne, darbekar e. Tişta ku niha dixwazin li baroyan bikin jî ev e. Dixwazin naveroka baroyan vala bikin, darbeyê bikin û her kesî bêdeng bikin. Divê em ji wan biwêrektir bin. Îrade û heysiyeta her kesî di hedefa wan de ye. Lewre divê her kes bi wêrekî li dij derkeve. Baro jî bi wêrekî tevgeriyan û di têkoşîna heysiyetê de cihekî baş girtin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî