‘Armanca Tirkiyeyê ne tenê PKK, tunekirina gelê me ye’

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku armanca dewleta tirk dagirkirina Başûr e û divê partiyên Başûr jî êdî vê rastiyê bibînin. Aydenîz got: “Bi taybet jî divê PDK sekna xwe di ber çavan re derbas bike. Têkoşîna gelê kurd yek e û divê hemû partî daxwazên gelê kurd pêk bînin. Armanca Tirkiyeyê ne tenê PKK, tunekirina gelê me ye.”

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Saliha Aydenîz da zanîn ku dewleta tirk bi sedan sala ye bi konsepta qirkirinê û bi awayeke bênavber êrîşî kurdan dike. Aydenîz diyar kir ku dewleta tirk di van êrîşan de piştgiriyê ji hêzên navneteweyî û herêmî digire û wiha got: “Di 14-15’ê hezîranê de bombe li qadên sivîlan barandin. 20 baregehên leşkerî yên tirk hene û başûrê Kurdistanê ku bi berdêlên mezin hatiye afirandin, di bin dagirkeriyê de ye. Ji êrîşên ser sivîlan DYA, Iraq û Îran jî bi qasî Tirkiyeyê berpirsyar in. Lewma qirkirina kurdan bi rengekî hevgirtî tê kirin. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya kurd alternatîfekê pêşkêşî gelên cîhanê dike, êrîşê dibin ser vê têkoşînê. Birêz Ocalan ji ber vê yekê bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê kirin.”

‘Têkoşîna gelê kurd yekpare ye’

Bi domdarî jî Aydenîz anî ziman ku li dijî êrîşên topyekûn, parastina destkeftiyên li çar parçeyên Kurdistanê bi avakirina yekitiya neteweyî dibe û wiha domand: “Têkoşîna gelê kurd yekpare ye û divê bi vî rengî bê dîtin. Têkoşîna her partiyekê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Her kesên li azadiya kurd û Kurdistanê difikire divê bi vî rengî lê binêrin. Pêwîste her partî û pêkhateyeke kurd weke temînata partiyeke din bê dîtin. Têkoşîna hevpar a kurdan a li Kobanê bi xwe re serkeftin anî. Niha li Efrînê kurdî qedexe ye û ala tirkan tê hejandin. Ji ber vê yekê partiyên kurd temînata hev in. Başûrê Kurdistanê bi ked û berdêleke mezin hate afirandin, lewma êrîşên li ser Başûr gefeke mezin e. Parastina destkeftiyên li wir ne bi sûcdarkirina partiyeke din, bi yekitiyê dibe.”

‘Di navbera gel de pirsgirêka yekitiyê nîne’

Di berdewamê de jî Aydenîz bal kişand ser xebatên yekrêziya kurd ên li Rojava û ev nirxandin kir: “Divê gelê me li ber hêzên ku nakokiyan mezin dikin rabe. Di nava gel de pirsgirêka yekitiyê nîne. Pirsgirêk di navbera partiyan de ye. Xeta me ya sor daxwazên gelê me û parastina destkeftiyan e. Çawa ku bi rêya qeyûman li Bakur îradeya gelê kurd nas nakin, niha jî ji bo têkbirina statûya Başûr û Rojava êrîş dikin. Li dijî vê jî hewcehî bi hevgirtineke giştî heye.”

‘Divê PDK sekna xwe di ber çavan re derbas bike’

Herî dawî jî Aydenîz ev tişt anî ziman: “PDK, YNK û partiyên din nikarin daxwazên gel ji nedîtî ve bên. Bi taybet jî divê PDK sekna xwe di ber çavan re derbas bike. Armanca Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK’ê ye, tunekirina gelê me ye. Divê hemû partiyên kurd vê rastiyê bibînin. Divê partiyên li Başûr bibînin ku êrîşên Tirkiyeyê ji bo dagirkirina Başûr e. Gelo li Efrînê çima ala tirkan li ba ye, çima PTT tê vekirin? Divê hemû partiyên kurd vê ji xwe bipirsin.” AMED

Dikarî Biecibînî