3 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, 3 jinên girtî li dijî binpêkirinên mafan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin

MÊRDÎN |

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, jinên girtî ên bi navê Elîf Denîz, Ronahî Sirdaş û Melek Evren li dijî binpêkirinên mafan ku zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyan ragihand ku li dijî ferzkirina jimartina li ser pêyan a midûrê girtîgehê, cezayên hucreyan û binpêkirinên mafan, dest bi grevê kirine û heta ku encam bigirin jî dê greva xwe bidomînin.

Dikarî Biecibînî