Leyla Guven: Em ê serî netewînin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bertek nîşanî bi serdegirtina avahiya xwe da û got ku dê serî netewînin

AMED |

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi serdegirtina avahiya xwe şermezar kir û dest nîşan kir ku ew ê serî netewîn in. Hevserok Leyla Guven li ser hesabê xwe yê medya civakî di parvekirina kir de bertek nîşanî serdegirtina polîsan a avahiya KCD’ê da û wiha got: “Di saziya me de bi saetan lêgerîn kirin. Dest danîne ser belgeyên me û lewheya me. Va ye hûn evqas aciz in. Jixwe ji bo hûn li kurdan bixwin,  pêdiviya we bi belgeyekê jî tuneye. Ji ber ku hûn her tiştî bi cih tînin! Lê em ê serî netewînin.”

Dikarî Biecibînî