Girtiyên jin dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn

Girtiyên jin ên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî zext û binpêkirina dest bi greva birçîbûnê kiribûn, piştî ku daxwazên wan hatin qebûlkirin, di 26’ê hezîranê de dawî li çalakiya xwe anîn

Endamên Komîsyona Mafê Mirovan û Girtîgehan a Baroya Mêrdînê têkildarî greva birçîbûnê ya ku 3 girtiyên jin li dijî binpêkirinên mafan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dabû destpêkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi yek ji girtiyên di çalakiyê de Ronahî Sirdaş re hevdîtin kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ronahî Sirdaş, Elîf Denîz û Melek Evren di 25’ê hezîranê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ev tişt hatin gotin: “Sirdaş di hevdîtinê de got ku wan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirine û got; ‘Rayedarên girtîgehê hejmartina li ser pêyan û ya li hewşê li me ferz dikin. Rayedarên girtîgehê dibin navê lêgerînê de me tacîz û tehrîk dikin. Dema em li dijî vê derdikevin jî li me cezayê disiplînê dibirin.’ Heta niha der barê Sirdaş de 20 lêpirsîn hatine vekirin.”

Cezayê hucreyê û qedexeya hevdîtinê

Komîsyonê da zanîn ku heta niha 150 roj cezayê hucreyê li hevalên Sirdaş, Melek Evren û Elîf Denîz hatine birîn û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li wan 23 roj cezayê hucreyê û 4 sal qedexeya derketina hevdîtinê hatiye birîn. Rayedarên girtîgehê piştî greva birçîbûnê di 26’ê hezîranê de bi jinan re hevdîtin kir û daxwazên wan qebûl kir. Sirdaş da zanîn ku li ser vê yekê jî Sirdaş û hevalên xwe di 26’ê hezîranê de dawî li çalakiya xwe anîn. Cezayê hucreyê li dijî mafê mirovan e. Binpêkirina rûmeta mirovan, binpêkirina heysiyetê û biçûkxistina girtiyan nayê qebûlkirin.” MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî