HDP’ê Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi bîr anî

HDP’ê bi daxuyaniyekê Şêx Seîd û hevalên wî yên di 29’ê hezîrana sala 1925’an de li Amedê hatin bidarvekirin bi bîr anî. HDP’ê da zanîn ku dewleta tirk têkoşîna Şêx Seîd a ji bo edaletê weke serhildana ji bo şerîetê pênase kiriye

Navenda Nûçeyan |

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogullari bi boneya şehadeta Şêx Seîd û 47 hevalên wî di 29’ê hezîrana sala 1925’an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şêx Seîd û 47 hevalên wî ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ve di 29’ê hezîrana 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Di ser darvekirina wan re 95 sal derbas bûn. Di salvegera qetilkirina wan de Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Şêx Seîd û hevalên wî ji roja ku hatin darvekirin û vir ve di pirtûkên dîrokê yên fermî de û di daxuyaniyên siyasî de bi rengekî cuda ji civakê re tên vegotin û têkoşîna wan a ji bo maf û edaletê ya ji bo gelê kurd weke serhildaneke ji bo şerîetê tê pênasekirin.

Di sala 1923’yan bi sererastkirinên qanûnî re yên bi ragihandina komarê re pêk hatin, polîtîkayên dewletê weke berhemen ji feraseta navendîperestiya tund derkete holê. Di dîroka siyasî ya Komara Tirkiyeyê de şikestina herî mezin bi vê guhertina polîtîkayê pêk hat. Li ser bingeha redkirina mîrateya pirrengî û pirçandî ya vê xakê, netewetiya xwe dispêre nasnameya nîjadekê hate ferzkirin. Her ku ev polîtîka kûr bû, li Tirkiyeyê di têkililya rêveberiyê ya navbera dewletê û civakê de birînên kûrtir vebûn. Heta ku ev birîn bi rengekî aşkera neyên nîqaşkirin, hevrûbûna bi tevgera Şêx Seîd û darvekirina Şêx Seîd wê nepêkan be.

Piştî vê hewldanê li Komara Tirkiyeyê yekemcar qanûna Rewşa Awarte kete meriyetê û pêşî li azadiyê hate birîn, vê yekê newekhevî û bêedaletî mezin kir û pêvajoya ber bi vê demê ve da destpêkirin. Mîna Plana Islehkirina Şerqê ya li dijî gelê kurd, îro jî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tunekirinê ketin dewrê ku AKP-MHP bi daxwazeke mezin xwedî lê derdikevin.

Aşkerakirina rastiya li pişt kuştina Şêx Seîd û hevalên wî, wê ji bo hevrûbûna li dîroka Tirkiyeyê gaveke cidî bê avêtin.

Ji ber vê yekê divê bûyerên di dema darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de qewimîn bêyî berevajîkirinê bên aşkerakirin, yên ku rola wan di komkujiyê de hene bên aşkerakirin û hevrûbûn bi wê demê re bibe. Divê cihê gora Şêx Seîd û gorên 47 hevalên wî ji malbatên wan û raya giştî re bên ragihandin û mafên wan hemû radestî wan bên kirin.”

Dikarî Biecibînî