aram

Serdozgeriyê Leyla Guven vexwend îfadeyê

Serdozgeriya Komarê ya Amedê hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo îfadeyê vexwend. Nehat zanîn bê ka Guven bi çi sedemê vexwendiyê îfadeyê

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, di 26’ê hezîranê de der barê 64 kesan de biryara girtinê hatibû dayîn û 43 kes jê hatibûn binçavkirin. Her wiha avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî hatibû mohrkirin. Ji binçavkiriyan 16 jê duh derxistin edliyeyê û 8 jê bi îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ hatin girtin.

Binçavkiriyên din jî dê îro derxînin edliyeyê. Di heman demê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî ji bo îfadeyê vexwend îfadeyê.

Nehat zanîn bê ka serdozgeriyê bi kîjan sedemê bangekî wiha li Guven kiriye. AMED

Dikarî Biecibînî