Li dijî dagirkeriya dewleta tirk kampanyaya îmzeyan

Li başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk kampanyaya îmzeyan a ‘Kampanyaya bergiriya li xak û niştiman’ hate destpêkirin. Rêvebirên kampanyayê got ku dewleta tirk dixwaze serdema osmaniyan vejîne lê belê dê ev xewn pêk neyê

Komeke ji mamosteyên zanîngehê, çalakvanên civaka sivîl û çavdêrên siyasî yên ji Hewlêrê, li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li dijî xaka başûrê Kurdistanê bi sernavê ‘Kampanyaya bergiriya li xak û niştiman’ kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanya li ser înternetê tê meşandin û heta niha zêdetirî hezar û 200 kesan îmze kirine.

Têkildarî mijarê yek ji rêveberên kampanyayê Elî Mehmûd ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Em dixwazin gelê me li dijî dagirkeriyê bi vê rêbazê bertekên xwe nîşan bide. Heta niha hezar û 200 kesan kampanya îmze kirine. Ev hejmar roj bi roj zêdetir dibe. Kampanya heta çend rojên din dê bidome. Îmzeyên ku me komkirin jî em ê ji Papayê Vatîkanê û NY’yê re bişînin.”

Herî dawî jî Mehmûd ev tişt anî ziman: “Li gel krîza aborî û rewşa pandemiyê, êrîşên dewleta tirk jî ewlehî û jiyana xelkê Başûr xistiye bin metirsiyeke mezin. Daxwaza me ji NY’yê ew e ku li dijî êrîşên dewleta tirk xwedî helwestekî micid bin û pêşî li êrîşan bigirin. Tirkiye dixwaze xewn û xeyalên împaratoriya Osmanî li herêmê vejîne. Lê ev xeyal dê pêk neyê. Sedema êrîşên dewleta tirk hebûna PKK’ê nîne. Ger wisa be wê demê çi karê wan li Lîbya û Lûbnanê heye?” HEWLÊR

Dikarî Biecibînî