Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtina bi xizmên re bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina bi birayê xwe re bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku malbata Ocalan û malbatên girtiyên din herî dawî di 27’ê nîsanê de cara yekem bi rêya telefonê hevdîtin kiribûn. STENBOL

Dikarî Biecibînî