Leşkerên tirk li Licê zeviyên genim şewitandin

Leşkerên dewleta tirk li gundên Dêrxûst, Pîrik û Huseynîk ên Licê agir berdan zeviyên genim û baxçeyên welatiyan. Ji ber şewatê zêdetirî 60 donim zeviyên genim, bax û baxçe û gelek darên welatiyan şewitîn

Zilm û zordariya dewleta tirk a li bakurê Kurdistanê didome. Dewleta tirk a ku li dijî bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar dimeşîne, li gel Rojava û Başûr, di heman demê de li bakurê welat jî berhemên çandiniyê û daristanan dişewitîne.

Di vê çarçoveyê de leşkerên dewleta tirk ên ku li gundên Dêrxûst, Pîrik û Huseynik ên Licê ya Amedê operasyon dabûn destpêkirin, bi hinceta şewitandina zeviyên kenewîrê, zeviyên genim û baxçeyên welatiyan şewitandin.

Ji ber şewata ku leşkeran derxistî, bax û baxçeyên li gundê Dêrxûstê û li gundê Pîrik û Huseynikê jî zêdetirî 60 donim zeviyên genim şewitîn.

Li gundên navborî di heman demê de gelek dar jî şewitîn. AMED

Dikarî Biecibînî